Helbestvanê navdar Ehmed Huseynî koça dawî kir

Hewlêr (Rûdaw) - Helbestvanê Kurd ê navdar Ehmed Huseynî îro li Stockholma paytexta Swêdê di 71 saliya xwe de koça dawî kir.

Ehmed Huseynî ev 3 sal bûn ku li dijî nexweşiya penceşêra pişikê li ber xwe dida.

Ehmed Huseynî 1955an li bajarê Amûdê yê Rojavayê Kurdistanê ji dayîk bû.

Wî qonaxên xwendina seretayî, navendî û amadehiyê li bajarê Amûdê qedandin.

Paşê wî berê xwe da Şamê û li Zanîngeha Şamê beşa felsefeyê xwend.

Lê belê di dema desthilata Beasê de rê nehat dayîn ku ew bi dîplomaya xwe bixebite.

Ew neçar ma ku karên din bike û wekî gelek ciwanên Kurdên berê xwe da koçberiyê.

Bû serokê HRRKyê

Ehmed Huseynî sala 1989an çû Swêdê û li wê derê bi cih bû.

Ehmed Huseynî 2004an li Ewropayê beşdarî damezirandina Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê (HRRK) bû û piştre jî bû serokê wê.

Piştî ku Rojavayê Kurdistanê ji bin kontrola hikûmeta Sûriyeyê derket, ew sala 2016an vegeriya axa xwe û li wê derê bi cih bû.

Bandoreke mezin li ciwanan kiribû

Sala 2023yan hat zanîn ku Ehmed Huseynî bi nexweşiya penceşêra pişikê ketiye û ew ji bo tedawiyê careke din vegeriya Swêdê.

Piştî têkoşîna 3 salan a li hemberî penceşêrê wî îro (10ê Adara 2026an) li Stockholmê xatir ji jiyanê xwest.

Helbestvanê navdar di jiyana xwe de 15 dîwanên helbestan nivîsandine û bi berhemên xwe bandoreke mezin li helbestvanên Kurd ên ciwan kiriye.