Afirînerê 'Kurmancî Here Gulê' Paix klîbeke nû belav kir
Hewlêr (Rûdaw) - Çêkerê naverokan Paix bi projeyên xwe yên muzîka Kurdî yên ku bi teknolojiya hişê çêkirî (AI) amade dike balê dikişîne.
Paix berhema xwe ya nû ya bi navê “Zindan û Jiyan” gihand hezkiriyên muzîkê.
Hunermenda sîber a bi navê “Hîva” ya ku bi hişê çêkirî hatiye afirandin, berê strana “Kurmancî Here Gulê” gotibû.
Projeyê bi vê stranê li ser medyaya civakî xwe gihandibû bi milyonan kesan û bi taybetî di nav ciwanên Kurd de dengekî mezin vedabû.
Karaktera “Hîva”yê di cîhana dîjîtal de bal kişand
Di projeya ku Paix çêkiriye de hunermenda dîjîtal a bi navê “Hîva” bi teknolojiya hişê çêkirî hatiye afirandin.
Stranên ku bi zaravaya Kurmancî ya Kurdî tên gotin di demeke kurt de li ser platformên medyaya civakî belav bûn û gihîştin gelek guhdaran.
Bi taybetî strana “Kurmancî Here Gulê” ji aliyê gelek bikarhêneran ve hat parvekirin û li welatên cuda jî bal kişand.
Berhema nû: “Zindan û Jiyan”
Xebata nû ya projeyê “PAIX x HÎVA - Zindan û Jiyan” jî li ser platformên dîjîtal hat weşandin.
Ji bo vê berhema Kurmancî ya ku bi hişê çêkirî hatiye gotin klîbeke taybet jî hat amadekirin.
Di klîbê de dîmenên sînematîk û efektên dîjîtal balê dikişînin.
Muzîka Kurdî ya bi hişê çêkirî tê nîqaşkirin
Demên dawiyê projeyên muzîkê yên bi piştgiriya hişê çêkirî wekî hemû cîhanê di nav derdorên muzîka Kurdî de jî bûn mijara nîqaşê.
Hinek bikarhêner van projeyan wekî nûbûneke teknolojîk dinirxînin.
Lê hinek muzîkjen jî tekez dikin ku divê bandora hişê çêkirî ya li ser hilberîna hunerê were nîqaşkirin.
Tevî vê yekê jî projeyên hişê çêkirî yên Kurdî yên ku li ser medyaya civakî belav dibin, bi taybetî di nav bikarhênerên ciwan de rastî eleqeyeke zêde tên û ev eleqe didome.