Sînemaya Kurdî: Fîlm û festîval hene, pîşesazî û pere tunin
Amed (Rûdaw) - Li her erdnîgariyeke ku hunerhezên Kurd lê ne, hewleke mezin heye ku sînemaya Kurdî bi pêş bikeve.
Salane li Amed, Silêmanî, Dihok, Qamişlo û diyasporayê festîvalên fîlmên Kurdî tên lidarxistin.
Lê tevî vê yekê jî pîşesaziyeke mezin a sînemaya Kurdî çênebûye ku sînemagerên Kurd dahatê jê bi dest bixin û sînemayê bi pêş bixin.
Sînemager vê yekê bi nebûna saziyan û kêmasiya fînansê ve girê didin. Ew dibêjin kengî Kurdî bû zimanê bazarê, sînemager jî dê wê demê ji sînemayê pere qezenc bikin û pîşesaziyeke taybet a sînemaya Kurdî çêbibe.
Festîvala Amedê bi coş didome
Festîvala 3yemîn a Fîlman a Amedê bi coş didome.
Di festîvalê de ji 84 fîlmên ku tên pêşandan zêdetirî 40 fîlm bi Kurdî ne.
Derhêner, lîstikvan û çêkerên Kurd van fîlman bi zehmetiyeke mezin û bêyî bendewariya dahatekê berhem anîne.
Tenê hewla wan ji bo bipêşxistina sînemaya Kurdî ye.
Sînemagerên Kurd ji bo sînemaya Kurdî di asta cîhanî de were naskirin û hilberîn zêde bibe, wekî takekes û xwebexş hewlên xwe didomînin.
Lê nebûna derfetên fînansî li pêşiya wan bûye astengeke mezin, wan dixitimîne û nahêle hewla wan bi ser bikeve û sînemaya Kurdî layiqî xwe be.
"Em Kurd wekî ku tune bin"
Derhêner Sedat Bariş bal kişand ser kêmbûna berhemên Kurdî li gorî yên Tirkî û got:
"Îro li Tirkiyeyê tenê ji bo televîzyonan salane 66 rêzefîlm tên kişandin. Ji bo platformên dîjîtal jî tenê 20 proje tên çêkirin.
Li Tirkiyeyê salane 300 fîlmên sînemayê tên kişandin. Lê li yên Kurdan binêrin, sala 2014an tenê 2 fîlm hatine kişandin.
Yanî tu li hejmarê binêrî em Kurd tune ne. Ma îro heqê gelê me yê Kurd nîne ku li mala xwe li rêzefîlmekî Kurdî temaşe bike?
Ev xitimandin jî ji ber ekonomiyê ye. Sedem jî ew e ku di warê aborî de piştgirî tune ye."
"Saziyên ku xwedî li hunermendan derkevin tune ne"
Derhêner Cabbar Bariş jî kêmasiya saziyan wekî pirsgirêkeke neteweyî pênase kir û wiha axivî:
"Ev pirsgirêka me hemûyan e, pirsgirêkeke civakî û neteweyî ye.
Ji ber ku hîn jî bi bingeheke dewletî saziyên Kurdan tune ne. Di aliyê aborî de bipêşketin tune ye.
Saziyeke wekî enstîtuyekê, wekî akademiyekê ku van hunermendan kom bike, li wan xwedî derkeve tune ye.
Sazî hene lê ew jî bi zorê li ser pêyan disekinin. Ew nikarin hunermendan dabîn bikin."
Li gorî sînemageran, nebûna zimanê bazarê yê Kurdî yek ji rêgiriyên herî mezin û sereke ye ku nahêle pîşesaziya sînemaya Kurdî ava bibe.
"Divê Kurdî bibe zimanê bazarê"
Şanoger Murat Batkî li ser girîngiya aboriya ziman got:
"Divê ev ziman bibe zimanê bazarê. Divê Kurd bê fedî bibêjin em ji Kurdî bi Kurdî pere qezenc dikin.
Dema Kurdan ev tişt got problem namîne. Lê heke ziman bibe zimanê bazarê dê tesîrê li hemûyan bike."
Tevî hemû astengiyan jî sînemagerên Kurd salane li her derê cîhanê beşdarî festîvalan dibin û li ser rê û rêbazên çareserkirina astengiyan gotûbêjan dikin da ku pîşesaziya sînemaya Kurdî jî çêbibe.