Dezgeha Rwangayê alîkarî da 1,200 malbatên mexdûrên lehiyê

Hewlêr (Rûdaw) - Dezgeha Rwangayê ji bo mexdûrên lehiyê yên li Germiyan û Çemçemalê pêngaveke berfireh a alîkariyê da destpêkirin.

Di çarçoveya vê pêngavê de hezar û 200 malbat sûdê ji alîkariyan dibînin.

Tîmên Dezgeha Rwangayê di qonaxa yekem a karên xwe de li Kelarê, li wî cihê ku Eyûbê 12 salî lê xeniqîbû, çend saniyeyan wekî rêzeke ji bo giyanê wî rawestiyan.

Paşê di qonaxa yekem de alîkarî gihandin 150 malên li Kelarê û ji bo pêngava wan a ji Çemçemalê jî berdewam dike.

Welatiyên zererdîtî behsa wan kêliyên dijwar dikin ku lehiyê malên wan wêran kirine.

Hisên Ehmedê ku di dema lehiyê de destê wî birîndar bûye ji Rûdawê re got:

"Du şev in em aware ne, em negihiştin ti tiştî û em tenê reviyan."

Çinar Mubarek jî yek ji wan mexdûran e mala wê jî zerer dîtiye û wê jî got, "Av heta nav mala me hat, dar û banê xaniyê me teqiya û me şeva xwe di nav avê de derbas kir."

Kubra Hemîdê jî got,"Em ne li malê bûn, mazgal teqiyabû û mala me tije av bûbû."

Alîkariyên Dezgeha Rwangayê ji şîr, ferş, doşek, balîf, betanî, sobe, pêdiviyên zarokan û amûrên germkirinê pêk tên.

Birêvebirê Cîbicîkar ê Dezgeha Rwangayê Hesen Şêx Elaedîn bi xwe serpereştiya belavkirina alîkariyan dike.

“Tîmen me dê çend rojan li vir bimînin”

Hesen Şêx Elaedîn got,"Karên tîmên me li Kelar û Çemçemalê berdewam dikin.

Ew kel û pelên ku em belav dikin heman ew pêdivî ne ku xelkê di vê demê de pêdivî pê heye û tîmên me dê çend rojan li van deveran bimînin."

Li gorî rapora dawî ya Navenda Hevahengiya Qeyranan, lehiya çend rojên borî ya li Germiyan, Çemçemal û Kerkûkê bûye sedema mirina 5 kesan û birîndarbûna 19 kesan.

Her wiha zêdetirî 2 hezar û 600 mal û nêzîkî 700 dikan û projeyên welatiyan zerer dîtine.