Almanya - Kurdek bi navenda xwe ya zîrek nifşê nû yê koçberan perwerde dike

Bochum (Rûdaw) - Li Almanyayê Kurdek bi rêya navendeke fêrbûnê ji zarokan ku piraniya wan zarokên penaber û koçberan in di perwerdeya wan de dibe alîkar.

Li navenda fêrkirinê ya "Kluge Wahl"ê zarok fêrî bîrkarî, îngilîzî, fîzîk û gelek babetên din dibin.

Navenda ku navê wê bi Kurdî dibe 'Hilbijartina Zîrek', li çar bajarên Almanyayê şaxên wê hene û derfetê ji her zarokî re çêdike da ku agahiyên nû bi dest bixe û li ser astengiyên xwendinê serbikeve.

Orhan Yildirim, damezrînerê navendê ye. Ew xelkê Nisêbîna Bakurê Kurdistanê ye û di çar saliya xwe de wekî penaber berê xwe daye Almanyayê.

Yildirim dibêje, ji ber ku di pêvajoya fêrbûnê de rastî gelek astengiyan hatiye, wî xwestiye derfetekê ji bo hemû zarokan çêbike da ku agahiyan bi dest bixin.

Loma ji sala 2015an ve navenda xwe ya perwerdeyê damezrandiye û ji wê demê ve li gel hevkarên xwe xizmeta zarokan dikin.

"Min xwest ku barê giran ji ser wan kêm bikim"

Damezrînerê Fêrgeha Kluge Wahlê Orhan Yildirim sedema vekirina navenda xwe wiha anî zimên:

"Dema ku ez bi malbata xwe re gihîştim Almanyayê, ji min re eşkere bû ku gelê me li vir di destpêkê de ji ber nezanîna ziman û kêmasiya agahiyan çiqas êşê dikişîne.

Lewra min biryar da ku ez karekî bikim ku xizmetek be ji bo wan û wî barê giran ji ser wan kêm bikim."

Her destpêk biçûk e. Dema Orhan Yildirim mijûlî qedandina bawernameya xwe ya bekeloryayê bû, fikra damezrandina vê navendê ji bo alîkariya mirovan kir.

Di destpêkê de tenê wane dida pênc zarokan lê hêdî hêdî hejmara xwendekaran zêde bû.

"Piraniya zarokan penaber bûn"

Orhan Yildirim da zanîn piraniya zarokên fêrgehê zarokên penaberan bûn û wiha pê de çû:

"Nêzîkî deh sal berê min fêrgeheke biçûk li vir damezrand û salane nêzîkî sed zarok dihatin ku piraniya wan zarokên penaber û Kurmanc bûn û zimanê Almanî nedizanî.

Ez şarezayê wan sîstem û rêbazan bûm ku çawa bi lez wan fêr bikim, loma min dest pê kir."

Yildirim zûtirkê armanca xwe nas kir ku ew jî alîkariya mirovan bû.

Li ser rêça fikra xwe pêngav avêt û piştî deh salan, xewna wî pêk hat.

"Armanceke min hebû û min dev jê berneda"

Orhan Yildirim got, "Xewna min ew bû ku ez fêrgeheke mînakî damezrînim da ku bikaribim alîkariya mirovan bikim.

Dema min fikra xwe ji kesên nêzîk û hevalên xwe re got, bi min dikeniyan û digot 'Tu qala çi dikî? Ev karekî herî zehmet e'.

Lê armanceke min hebû û min dev jê berneda. Ji bo dabînkirina lêçûnan, min deyn ji bankekê xwest lê bankê tibabeke hindik da min.

Bi wê mîqdara pereyan, me dest bi karên xwe kir û fêrxaneya xwe ava kir."

Niha navend li şeş bajarên cuda yên Almanyayê waneyan dide zarokan û pêvajo jî berdewam e.

Yildirim dixwaze her tim di pêşketinê de be û dizane ji bo gihîştina vê armancê çi pêwîst e.

Projeya nû: Kluge-Wahl Digital

Orhan Yildirim wiha projeya xwe ya nû dide nasîn, "Projeyeke me ya nû bi navê 'Kluge-Wahl Digital' heye.

Vîzyona projeyê jî ew e ku em guhertoya dîjîtal a 'Kluge-Wahl' a asayî çêkin.

Ev sîstem bi awayekî hatiye sêwirandin ku tu li kîjan cihê cîhanê bî, dikarî bi awayê online beşdarî waneyan bibî.

Em berdewam li ser vê projeyê kar dikin û dixwazin wê berfirehtir bikin, da ku em civakeke fêrbûnê ava bikin û bi rêya wê xwendekarên li seranserê cîhanê bi hev ve girê bidin û hevdû nas bikin."

Yildirim girîngiyeke mezin dide mamosteyên navendê û her tim hewl dide piştrast be ku mamoste dikarin herî zêde sûdê bigihînin xwendekaran.

Xwendina destpêkê li navendê bê pere ye û xwendekar bi xwe wan waneyan hildibijêre ku heza wî/wê jê re heye.

Eger paşê bixwaze berdewam bike, wê demê bi mîqdarek pere tê dayîn.

"Mamosteyên me pir jêhatî û akademîk in"

Orhan Yildirim li ser mamosteyan jî wiha axivî, "Mamosteyên me pir jêhatî û akademîk in.

Berî ku dest bi kar bikin, pêwîst e belgeya paşeroja paqij ji polîs bînin, da ku em ji rabirdûya wan piştrast bin.

Her wiha em li ser bawername û cihê xwendina wan lêkolînê dikin û piştrast dibin ka gelo şarezahiya wan di şêwaza wanegotinê de heye yan na, li gel gelek pîvan û mercên dîtir."

Ji bo gelek zarokên Kurd ên diyasporayê ne tenê hejmara dibistanan kêm e lê derfeta xwendina bi zimanê dayikê jî kêm e.

Lewra li gorî Yildirim, bidestxistina zanist û agahiyan ji bo Kurdan girîngiyeke taybet heye.

"Pêdiviya Kurdan bi dibistan û navendên zêde heye"

Orhan Yildirim zemetiyên li ber Kurdan û pêwîstiyên wan bi vî rengî tîne zimên:

"Li cem me fêrbûna zarokên Kurd û bidestxistina agahiyên curbecur pir girîng e.

Pêdiviya me bi dibistan û navendên zêde heye da ku ew fêrî zimanê xwe yê dayikê bibin û şarezayê dîrok û çanda neteweya xwe bibin.

Pêwîst e bizanibin çi karesat bi serê neteweya wan hatiye, di demekê de ku ew bi xwe li welatekî biyanî ne.

Em Kurd in û li van deveran nû ne, lewra divê em di her şert û mercî de hewl bidin karekî baş bikin û bixwînin.

Ew qas bixwîne û xwe pêş bixe heta ku di nav civakê de cihê te yê taybet hebe.

Di vê jiyanê de, tenê bi riya zanistê dikarî rûbirûyî erkên xwe bibî û rêya rast bibînî."

Orhan tenê naxwaze agahiyan veguhêze, belkî dixwaze ji bo her zarokekî derfeteke nû biafirîne û sal bi sal pêngavên mezintir bavêje.

Damezrandina navendeke wekî "Kluga-Wahl"ê ji aliyê Kurdekî ve, nîşana wê yekê ye ku gelek Kurdên diyasporayê ji girîngiya xwendin û perwerdeyê têgihiştine û dizanin damezrandina navendeke wiha çiqas zor û zehmet e.

Lê Orhan Yildirim karî wî karê zehmet bike û derfetê ji bo her zarokekî çêbike da ku fêrî zanist û agahiyan bibe û ji bo pêşerojeke baştir hewl bide.