Weşanxaneya Sîtavê derbarê dîroka Kurdan de 2 pirtûk belav kir

Hewlêr (Rûdaw) – Ji Weşanxaneya Sîtavê du pirtûkên derbarê dîroka Kurdan de bi navê “Dîroka Kurdan a Kevnar” û “Dîroka Erdelanê” hatin belavkirin.

Dîroka Kurdan a Kevnar ji aliyê Ako Mihemed Mîrzadyî ve hate nivîsandin û ji aliyê Mushsîn Ozdemir ve ji Soranî bo Kurmancî hate veguhestin. Dîroka Erdelanê jî ji aliyê Mesture Kurdistanî ve hatiye nivîsandin û ji aliyî Sabîr Ebdullahîzad ji Farsî bo Kurmancî hate wergerandin.

Xwediyê Weşanxaneya Sîtavê Qahir Bateyî ji Rûdawê re got: “Ewên ku axa kurdan parçekirine û ji xwe re parvekirine dîroka kurdan jî her tim ji nedîtî  ve hatine, xwestina dîroka wan ji holê rakin. Lê belê çawa ku roj bi bêjîngê nayê tarîkirin, wisa jî dîrok û medeniyeta ku kurdan li ser axa xwe afirandîye nayê windakirin. Her çiqas serê rastîyan hatibe girtin û xwestibûn ku rastiya ji holê rakin jî, îro rastîya kurdan hêdî hêdî aşkera dibe. Êdî îro kurd bixwe dîroka xwe dinivîsin.  

Derbarê “Dîroka Kurdan a Kevnar” de Bateyî dibêje: “Ev berhem mijarên bingeha navê kurd, wateya wî û dîroka derketina wî, bingeha navên Med û Mîtanî, baweriyên Kurdan, jiyana wan li gor van baweriyan, dahênana nivîsa mixî ya kurdî û kifşbûna wê, destanên hezar salî, derketina gelên Akadî, Babîlî, Asûrî, Fars û Ermeniyan li ser sînorê kurdan û destpêkirina şeran di navbera wan de, li xwe digire. Ev pirtûk dîroka kurdan a berî 6 hezar salan heta hilweşîna Medan digire dest.

Bateyî da zanîn di wê berhemê de tevî derbarê kurdan de, derbarê Akadî, Babîlî, Aşûrî, Fars û Tirkan de agahiyên berfireh dide bê ew kî bûn û ji kû hatine li ser vê axê bi cî bûne û pê de çû: “Di vê berhemê de hovîtî û kirinên wan gelên ku Kurdistan dagirkirî ka wan bi çi şêweyî pêmayiyên kurdan tarûmar kirine û bi çi şêweyî berhemên şaristaniyên ku ji aliyê kurdan ve hatine sazkirin ji reseniyan wan dûr xistine bi berfirehî hatine vegotin. Yên ku di vî warî de herî zêde zêdegavî û herî zêde bêwijanî kirine bêguman farisên parsek in.

Mînaka vê hovîtiyê ya herî şênber pêleyîstina wan a bi bîrdariya “Bêstûnê” ye, ku ji reseniya wê ya pêşyê derxistine li bîrdariyê sê bîrdariyên (Daryûs û sê leşkerên din) ên neresen lê zêdekirine, li binê bîrdarê nivîtekek nivîsîne, li ser bîrdarê jî wêneyeke Ahûra Mazdayî çêkirine wekî serkeftineke Daryûsî nîşan dane. Lê ya rast ew e ku çi têkiliya Daryûs bi vê bîrdarê nîn e, ev bîrdar girêdarê medan e, ku di encama serkeftina cengekî de hatiye çêkirin, ev  nivîsteka pirpişî jî ya der barê Daryûs û Ahûra Mazdayî de ku di navbera salên 1914-1925’an de hatiye çêkirin bi belgeyên şênber hatiye çespandin. Her wiha di vê berhemê de, Keyê Asûrî amaje pê dike ka jinên kurdan bi çi şêweyî bi wan re ceng kirine, jinên kurdan di qada cengê de bi çi awayî gernasî û cengewariya xwe nîşan dane.”

Pirtûka Dîroka Erdelanê ya yekem jineke dîroknas a Kurd Mesture Kurdistanî ye.

Bi gotina Bateyî  “ew pirtûk, yek ji wan pirtûkan e ku di qada xwe da hêja û bêhempa ye. Pirtûk bi zimanekî rewan û dilrevîn hatîye nivîsandin. Ev berhema pênûs û xîreta jinekê ye ku di destpêka sedsala 19’an de jîyaye. Di wê serdemê de ne pêkan bû ku jinek bikaribe di qada perwerdeyê de cih bigire. Nemaze di civaka îslamê de hebûna jineke mîna Mestûreyê zana tiştekî pir girîng e. Ku mirov bi wî awayî jî bala xwe bide wan rastîyan, dê bi hêsanî bi girîngî û nirxê vê berhema taybet bihese.”

Xwediyî Mesture Kurdistanî herwiha got: “Mestûre Kurdistanî, nivîskara diltenik û helbestvana nazikhest wekû yekem jina dîroknas a kurd karîye bi pênûsa xwe ya bihêz kelênên tarî yên dîroka hefsed salî ya desthilatdarîya Mîrgeha Erdelanê ronahî bike. Herçiqas ku heya îro gelek berhem têkildarî dîroka Erdelanê hatine nivîsandin, lê belê pirtûka Dîroka Erdelanê ji hêla kevnarî, kesayetîya nivîskar û têkilîya wê û malbata Erdelanan ji hemû pirtûkên din balkêştir e.”