Li Stenbolê şanoya Kurdî hat qedexekirin

13-10-2020
RÛDAW
Nîşan Şanoya Kurdî Teatra Jîyana Nû
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li Stenbolê şanoyeke Kurdî bi hinceta 'pergala cemaweriyê xera bike'  ji aliyê Qeymeqamtiya Gaziosmanpaşayê hat qedexekirin. Biryar bû şanoyeke Kurdî li Şanoya Bajêr a Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê were pêşkêşkirin.

Koma şanoyê Teatra Jiyana Nû ya ser bi Navenda Çandê ya Mezopotamyayê, ji bo pêşkêşkirina şanoya  bi navê “Bêrû: Klakson Borîzan Bîrt” amadekariyên xwe bidawî kiribûn.

Qeymeqamtiya Gazîosmanpaşa şanoya Kurdî “Bêrû: Klakson Borîzan Bîrt” a Teatra Jîyana Nû çend saet berî destpêkirinê bi hinceta "pergala cemaweriyê xera bike" qedexe kir.

Bikarhênerên torên medyaya civakî li ser hesabên xwe nerazîbûn li hemberî vê biryara Qeymeqamtiya Gazîosmanpaşa nîşan dan.

Şanoya ji aliyê Dilawer Zeraq ve bo zimanê Kurdî hatiye wergerandin û Nazmî Karaman derhênariya wê dike û Rûgeş Kirici, Omer Şahin, Rewşan Apaydin û Cihad Ekincî jî têde rol wergirtine.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst