Dîwarên bajarê Dêrsimê tên xemilandin
Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Dêrsimê, di çarçova festîvalekê de, dîwarên li wî bajarî, bi nîgarên cur bi cur tên xemilandin.
Li bajarê Dêrsim ê Bakûrê Kurdistanê, ji aliyê şaredariya wî bajarî ve, ‘Festîvala Mural Munzûr’ tê lidarxistin.
Di çarçova wê festîvala ku li Tirkiyê, bo cara 4an û li Dêrsimê jî bo cara yekem tê pêkanîn, dîwar û derenceyên li nava bajêr, tên boyaxkirin û bi nîgarên cur bi cir tên xemilandin.
Festîval ji aliyê şaredariya Dêrsimê û 6 hunermenda ve tê sazkirin û di çarçova festîvalê de ew hunermend, li ser dîwarên bajar, hunerên xwe nîşan didin.
Di wê festîvalê de ku bi armanca jiholêrakirina psîkolojiya neyînî ya li bajar û vejandina xwezayê li wê herêmê, tê pêkanîn, li ser beşeke dîwarên wî bajarî, nîgar hatine pêkanîn.
Ew hunermend ku bi encamdana vî karî, ji aliyê welatiyên herêmê ve bi kêfxweşî hatin pêşwazîkirin, dibêjin, ew dixwazin di salên bê de jî li Dêrsimê karên xwe yên hunerî berdewam bikin.
Yek ji wan hunermendan Musa Yel dibêje, mijara projeya Mural zarok û xwezaya û diyar dike, “Ji bo parastina xwezayê, ji bo nîşandana wê ziyana ku bi xwezayê hatiye gihandin. Ew berhemên ku em li ser dîwaran çêdikin, bi temamî yên me ne.”
Burak Yakin jî dibêje, hunera Muralê li Tirkiyê nû ye û radigihîne, “Bo cara yekem li Stenbolê pêk hat. Sazkirina vê hunerê li Dêrsimê, gelek baş e. Em cara yekem hatin û gelek baş hatin pêşewazîkirin. Ez di wê baweriyê de ku ev dever dê gelek biguhere.”
Çêkirina berheman li ser dîwarên vala li nava bajar, ji aliyê welatiyan jî gelek bi kêfxweşî hat pêşwazîkirin. Welatiyê bi navê Velî Yildiz dibêje, “Ev hunermend hatine bi daxwaz dilê xwe, nîgaran li ser dîwarên vala çêdikin. Ji îro pê de dema em ketin nav bajar em dê dîmenên xweş bibînin” û sipasiya wan hunermendan dike ji ber karê wan.
Cîgirê Serokê Şaredariya Dêrsimê, Canan Dogan jî diyar dike ku wan li gel 6 hunermendan ew proje dane destpêkirin û dibêje ku ew dixwazin bi vê projeyê balê bikişînin ser xwezayê û bergeha bajar.