Mestûre verêsandina dîrokê ya bi rengekî wêjeyî ye

Nivîskar Tosinê Reşîd, di boneya dusedsaliya jidayikbûna Mestûre Kurdistanî de, ev roman nivîsî.

Romana: Mestûre (serê wê hêjayî tacekê bû) ji waşanên çapxane ya RONAHÎ, ji 300 rûpelî pêk tê. Du beş jê yên sereke ne û 25 navnîşan şaxî ne. Beşa yekemîn (Emanalah xan: Rêwîyê dîrokê - Mîrgeha Erdelan - Kur û bav - Meclîsa derwêşan - Rasthatin li pirtûkxaneyê- Şayî - Neynik-Li Silêmanî'yê- Mirina Emanalah Xan - Xosro xan walî- Dîsan şer) û beşa duyemîn (Mah-Şeref Xanim Kurdistanî: Di navbera nemerdî û mirinê de- Şahîya bê şabûn- Xelayî li Kurdistanê- Yeketîya pîroz- Bi sipartina Şah- Çûma- Mam Xosro- Derdê bê derman- Dema diltengîyê- Riza Qulî Xan- Ehmed Paşa- Deşta Merîvanê- Rev ji Senedecê- Li xerîbîyê.)

Di vê romanê de jiyana Mah-Şeref Xanimê (Mestûre Kurdistanî) bi şêweyekî pir xweş, hêsan û bi zimanekî zelal û peyvine bijartî, ji gelek aliyan ve tê vekolînkirin- zaroktî, mezinbûn, hevjînî, penaberî û mirin.

Tiştê herî balkêş di vê romanê de ew e, ku xwendevan di mîkanîzma ristina bûyerên wê de qet şaş nabe.

Ev yek jî bêguman encama çêjxweşiya wêjeyî ya di lihevanîna dîyalogên romanê de ye.

Herwiha xweşçêkirin, başpêşkêşkirin û rastrêzkirina bûyer û kesayetan yên di dîyalogên romanê de jî rola  bixwevegirêdana xwendevên dilîzin.

Xwendevan her û her li pê tîşikana xwe ya balkêşiyê dikeve ,tu dibêjî qey hevok û peyv bi te re dipeyîvine û hêdî hêdî te dikişînin xwe .

Yeka din jî ew e sazkirina hevok ,dîyalog û bûyeran bandora xwe dide ser xwendevên û wî dike rewşeke wekî di wê serdemê de dijî û bi bûyeran re mezin dibe ,wek çawa bîranîn tê ber çavên mirov ew jî wisa dibe.

Lê hêjayî gotinê ye, ku tevî ewqas xweşî û serkeftin di bijartina kesayet, dîyalog û monologê de jî, nivîskar dikeve çend pirsgirêkan. Ew di pêşkêşkirina hin bûyeran de, ne serkeftî ye û gava xwendevan dixwîne ji xwe dipirse gelo çi pêwîstiya romanê bi vê bûyerê an bi vê kesayetê heye?!

Wek kesayeta bi navê (Perwîz) ya ku di binî navnîşana (Meclîsa derwêşan) de tê pêşkêşkirin, ku ew derwêşek e û di warê pînekirina solan de dixebite.

Ta dawiya romanê jî, ti armanc ji hebûna vê kesayetê di nava romanê de, xuya nakin.

Ya din jî ew - ku ez dibînim pirsgirêkeke mezin e- pir caran tê xuyakirin, ku nivîskar giraniyê bêhtir dide dîroka bûyerine din ji bilî dîroka M.Kurdistanî û galegala li ser wê. Carine jî digihe astekê, ku mirov dikeve gumana nêvlêkirina romanê, wek beşê yekemîn ku giranîya xwe li ser bûyerên dîroka Senedecê , avakirin , rêbertî, şer û pevçûn, û Emanalah Xan walî. Ji bilî wan bûyeran hinekî li ser kesayeta sereke ya romanê (Mestûre) gotûbêj dike.

Lê di beşa duyemîn de vedigere û vê pirsgirêkê hîn baştir çareser dike bi dayîna girîngî û giraniyê bêhtir li ser kesayeta Mestûre û bêhtir sekindina li ser bûyer û serpêhatiyên wê.

Kêmasiyek din ku bala min kişandî jî ew bû, nenivîsandina ti berhemên kesayeta ku roman li ser hatiye nivîsîn. Tevî ku ew kesayet bi xwe helbestvan û dîroknivîs bûye!

Ne helbestek ne jî perçeyek ji nivîsên wê.

Ji bilî du-sê malikan -ew jî bi rengekî şermokîn derbas dibin, heta mirov pê nahise, wek mînak di beşa duyemîn di bin navînşana (Derdê bê derman)  çend malik derbas dibin :

"Li padîşahiya aqilbendiyê ça serok, ez im, jin, hatime bijartin

Ji bera jina ya bindest, vê dewrê kes tune tayê min

 

Serê me yê hêjayî tac e, em bin çarşevê vedişêrin

Çi fêde ji wê ku bextê min, ez awa nuxsan kirim

 

Bi destûra Xwedê dilovan, ji min re dikeve bêjim

Kubariya evê dema me, rûsipîtiya dewranên ez im.."

 

Di nêrîna min de, baştir ba ku nivîskêr di dawiyê de jêderên dîrokî jî li bîr xistibana ji ber ku ev romanek dîrokî ye û tê de pir hijmar wek sar û çax derbas dibên pir bûyerên ne ji xeyal û ramana nivîskêr in.

Lê tevî van pirsgirêkan, ya durist ew e ku em hêjatiya vê berhemê ji bîr nekin. Ev romaneke wiha ye, ku mirov dibe demên berê û dîrokeke tijî serkeftin û têkçûn bi mirov dide nasîn.

Berhemeke dewlemend û tijî pend e, divê mirov ji xwendina wê bê par nemîne.