Dengbêj Ebdurrehmanê Cizîrî: Bila payîzok neyên jibîrkirin

Cizîr (Rûdaw) – Dengbêj Ebdurrehmanê Mehmûdê Alê dibêje mixabin dengbêjên ku payîzokan dibêjin gelek kêm bûne; lê yên lawikan dibêjin baş e ku hîn mane.

Ebdurrehmanê Mehmûdê Alê jî wek çend hunermendên Cizîra Botan niha di Qesra Mihemed Axa de li Cizîra Botan dengbêjiyê dike. Ew deng carna di kirasê xemû kûlên bê derman de li ber xwe dike;  carna jî dibe bêhna keskesora buharê di gewriya dengbêj de

Dengbêj Ebdurrehman diyar kir ku wî heyranok, payîzok, bêhlûte, serêlî, sofî îbrahîm, lawik, şeşbendî, narînik û bi dehan cureyên berhemên filklora Botan ji bavê xwe girtiye

Dengbêj Ebdurrehmanê Cizîrî wiha behsa xwe dike: “Ez Ebdurrehmanê Mehmûdê Alê li gundê Berêmirê di sala 1962 an de hatime dinê, gundê me gundê çiya ye, bavê min dengbêjekî bi nav û deng bû di welatê me de, herkes bavê min baş nas dike, xelkê gelek ji bavê min hez dikir, ez jî li ber destê bavê xwe dengbêjiyê hîn bûm, ango seyda yê min bavê min bi xwe bû.”

Deng û meqamê Ebdurrehman deng û meqamên çiyayê asê ne, ku di cîhanê de ev meqamên bêhempa û dirêj dişibe awazên Çermesoran

Dengbêj Ebdurrehmanê Cizîrî got: “Di dewrên berê de derfetên alav û gradên muzîkê nebûn li gundan li beran her tişt devkî bû, li serê çiyayên bilind du alî hebûn û peyma xwe bi devkî digihîştandin hevdû. Eevîn, keçik û kuran davêtana ber hev, qehremanî, bûyer û serboriyên civakê her qewmandinek hebûya dibû mijarên dengbêjiyê û îro ev berhemên me wisa hatine çêkirin.”

Cure kilamên Botan û Behdînan li ser dîyalogên du aliyan hatine honandin, her tim di van kilaman de her du ali bang li hev dikin û di warê metaforên hunerî de jî her yek ji Îlyada û Odysseiaya Homerosê kêmtir nîne/

Dengbêj Ebdurrehmanê Cizîrî herwiha got: “Ez dixwazim ku keç û xortên me baş bizanibin û dengbêjên nû jî derkevin, ez dixwazim ku payîzok neyên jibîrkirin, mixabin dengbêjên ku payîzokan dibêjin gelek kêm bûne; lê yên lawikan dibêjin baş e ku hîn mane: Cemalê Mihê Şirnexî lawikan dibêje; lê divê hejmara wan zêdetir bibe "

Ebdurrehmanê Mehmûdê Alê jî wek çend hunermendên Cizîra Botan niha di Qesra Mihemed Axa'de li Cizîra Botan dengbêjiyê dike, hema bêje her roj mêvan ji vê Qesrê kêm nabin.