“Kafka Li Ser Peravê” belav dibe
Hewlêr (Rûdaw) - Berhema Kafka Li Ser Peravê “Kafka on the Shore” yek ji berhemên edebî yên romannivîsê japonî Harûkî Murakamî ye. Biryar e van rojan çapa duyem a wergera wê ya kurdî “kurmanciya jêrîn” bê çap û belavkirin.
Xwediyê Mala Wefayî Soran Ezîz ji “Çand û Huner”a Rûdawê re ragihand: “Ev berhem berê ji bo zimanê Kurdî hatibû wergerandin û belavkirin. Di vê hefteyê de Mala Wefayî çapa wê ya duyem belav dike.”
Roman ji aliyê Aram Reşîd ji zimanê farsî bo zimanê kurdî hatiye wergerandin û ji 750 rûpelan pêk tê.
Murakamî sala 2002an ev berhema xwe belav kir û di dema xwe de dengvedaneke wê ya mezin hebû. Lewma ji bo gelek zimanên zindî yên dinyayê hat wergerandin û wek şano jî berhem hat.
Franz Kafka (1883-1924) romannivîs û çîroknivîsekî almanîziman bû. Yek ji navên herî diyar ên wêjeya cîhanê di sedsala 20an de bû. Di jiyana xwe ya kurt de gelek berhemên navdar li pey xwe hiştin wek: Metamorfoz, Darizandin, Keleh û hin berhemên din. Kafka bi eslê xwe Cihû bû, piraniya jiyana xwe li Praga paytexta Çekyayê borand. Di sala 1924an de ji ber nexweşiya jana zirav wefat kir. Gora wî li Pragê ye.