Şanoya bi Kurdî hat qedexekirin: Hunera Kurdî ne bêxwedî ye

17-02-2024
Omer Sonmez
Wêne: Rûdaw
Wêne: Rûdaw
Nîşan Qral û Travîs Şanoya Kurdî Stenbol Qedexekirin
A+ A-

Stenbol (Rûdaw) - Li Stenbolê şanoya bi Kurdî ya bi navê “Qral û Travîs”, beriya lîstik bê lîstin bi çend saetan bêyî sedemek bê nîşandan, ji aliyê qaymeqamiya navçeya Şişliyê ve hat qedexekirin.

Şanogerên Kurd Denîz Ozer û Bahoz Ozsunar, li salonê ji aliyê polîsan ve hatin dorpêçkirin û bi zorê ji salonê hatin derxistin.

Herwiha Ugur Ozsunarê birayê Bahoz Ozsunar hat desteserkirin.

“Hunera Kurdî ne bêxwedî ye”

Şanogerê Kurd Bahoz Ozsunar got, “Em dev ji sehneya xwe bernadin.

Bila baş bê zanîn ku hunera Kurdî ne bêxwedî ye. Em dev ji şano û zimanê xwe bernadin.”

Gelek polîsan Navenda Çandê ya Cemîl Candaşê dorpêç kir, deriyên salonê girtin û wan destûr neda temaşevan derbasî nav salona şanoyê bibin.

Di navbera polîs û temaşevanan de alozî derket.

Temaşevan Xecê got, “Min zanibû lîstik hatîye qedexekirin lê ez dîsa hatim. Ji bo piştgiriyê bidim şanogeran ez li vir im.”

“Sedem tenê ew e ku em Kurd in”

Temaşevan Koçer sedema qedexekirina şanoya Kurdî wiha anî ziman, “Sedem bes ew e ku em Kurd in û zimanê me Kurdî ye. Ev sedan sal in li me wiha dikin.”

Şanoger û temaşevanên Kurd didin zanîn ku sedema qedexekirina şanoyê bes ew e ku lîstik bi Kurdî ye.

Parlamenterên DEM Partiyê, Serokê Baroya Amedê Nahit Eren û mafnasan li ser medyaya civakî bertek nîşanî biryara qedexekirina şanoya Kurdî dan.

“Biryara qedexekirinê ne yasayî ye”

Parêzer û Endama OHDyê Dilşah Taşê got,“Biryara qedexekirinê qet ne yasayî ye.

Niha wan tenê belgeyek nîşanî şanogeran daye. Di belgeyê de jî bêyî sedemek bê gotin, şano tê qedexekirin.

"Ev yek jî rasterast li dijî yasayan e”

Temaşevan Ehmed diyar kir, “Ji ber ku şano bi Kurdî ye hat qedexekirin. Nahêlin komedyenên me jî derkevin ser sehneyê.”

Li Agirî û Dîlokê jî hatibû qedexekirin

Şanoya “Qral û Travîs”, berê jî li bajarên Agirî û Dîlokê hatibû qedexekirin.

Heman lîstik, di 24ê Kanûna Paşîna 2023yan de li Stenbolê li Navenda Çandê ya Cemil Candaşê hatibû lîstin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst