Muhsin Qoçan romana 'Gundê Tenekan' weşand

Hewlêr (Rûdaw) - Nivîskar û hozanê Kurd Muhsin Qoçan romana xwe ya nû ya bi navê 'Gundê Tenekan' weşand.

Ev roman ji aliyê dezgeha Palo ya çap û weşanê li Başûrê Kurdistanê, bajarê Dihokê hatiye çapkirin û belavkirin.

Ev roman ji sê pişkan û nêzîkî 300 rûpelan pêk tê.

Bergê romanê bi tabloyeke hunerî ji nîgara Fehmî Balayî hatiye nexşandin.

Ev duyem romana navhatî ye ku bi Kurmancî (Behdînî) dide çapê, romana nixurî sala 2023yan bi navê (Eşq û ewên ji mijê bûyîn) hatibû çapkirin.

Naveroka romanê

'Gundê Tenekan' romaneke pirbabet e, ne babetek û ne du babet. Her babetek bi rêya çîrok û ji karakterekî bêhtir hatiye azirandin.

Bi gotineke din, babet bûne çîrok û çîrok bi rêya karakteran hatiye vegotin. Bi rengekî giştî, ev roman sê mijaran hildigire û her mijarek hevrikiyeke taybet derdibire.

Hevrikiya civakî; di navbera hezkirin û nerîtan de: Dema civak rê nede hezkirina eşkere û berçav, jivan dê ji dûrî çavan werin sazkirin, evînî dê bibe tawaneke civakî û evîndar dê wekî tometbaran bêne dîtin. Di civakeke wisa de, jin qurbanî ye çunkî wê ne mafê hezkirinê heye ne jî biryara şûkirinê di destan de ye. Di vê romanê de, bi merema tolvekirinê, tometeke nerast û derewekê şiya du evîndaran ji gundekî derxe û ji viyana malbavan bêne zirbabkirin.

Hevrikiya şaristanî; di navbera gund û bajaran de: Bajar bo hejar û destkurtan nabe mal û xudan. Di vê romanê de, ronahî li ser geştekê hatiye danîn ji gund bo bajêr. Di vê geştê de baş berçav dikeve ka debara jiyanê li bajaran çendî giran e xasma dema geştek ji maldariyê bo nedariyê be.

Hevrikiya olî; di navbera aqil û kevneşopiyê de: Zêdetirî têgihiştin û dinyabîniyekê bo dînê Xwedê heye. Ola Îslamê ketiye ber gelek şirove û bi gelek aqlan hatiye xwendin û vexwendin. Ev dîbeyt û hevrikî di vê romanê de cihekî darîçav digire.

Çîrok û karakterên romanê

Gundê Tenekan romaneke fireçîrok e lê bi rengekî giştî du çîrok bi têr û teselî hatine vegêran.

Çîroka du evîndaran ku bekrok û nehez dikevin navbera wan, derewek ji binê piyan tê çêkirin û dibe sûcekî girêdayî rûmet û şerefê. Ev herdu evîndar ji gund û warê xwe têne derkirin, rêya xerîbiyê digirin û qesta bajêrî dikin; bajêrekî ku kesî lê nas nakin. Ev herdu canik û camêr, tûşî geştekê dibin, ev geşt ji aliyê cografî ve dibe geştek ji gundî bo bajêrî, ji aliyê aborî ve, dibe geştek ji berfirehiyê bo bertengî û destkurtiyê. Hevrikiya di navbera du meleyan de jî di romanê de cih digire, yek li dijî herdu evîndaran e û yek jî bi çavê rehmê li wan dinêre.

Ji karakterên romanê tên sereke jî ev in: Abidê kurê Şemdînî, Fatîka keça Hacî, Mele Se`dela, Mele Simayîl.

Paragrafek ji romanê

"Şubatê hez dikir, berî barkirinê û xatirxwastinê, balava xwe bike, serê xwe bişo, bere bere ewr ji kujiyê dûmahiyê yê çiyayê Zawa bi ser ketin, xwe bi ser Dihokê da şor kirin, hatin û her hatin da bêjî roja xeyrî, bajêrî çavlikanê di gel tariyê kir, direngî şev, ewran xerên xwe sernişîv kirin, hirrebay dar qirandine di cadeyan da, totiya ji malan bûne sîmerx û firîn, botikên banan derpên xwe êxistin û nekirine pên xwe ve, bi zikçûna xwe ra nedigehiştin, kitên kêmên tirimbêlan yên di cadê da avê da ser makînên wan, tawî bûn û vemirîn, hişkero teleyîn bû, fîtî veda, tayîre, asin û kevir li milên xwe kirne bar û di gel wê ava ji ber tariyê kesî rengê wê nedizanî birin û sernişîv çû."

Muhsin Qoçan kî ye?

Muhsin Qoçan sala 1954an li gundê Bamernê ji dayik bûye. Di heft saliya xwe de mişextî bajarê Mûsilê bûye û xwandina xwe li Mûsilê bi dûmahî aniye.

Sala 1970yî dest bi nivîsîna helbestan kiriye û her ji destpêkê, li dûmahiya heftêyan hatiye girtin û zindanîkirin û li destpêka heştiyan gehişte şoreşê û bûye pêşmerge. Cudahî û nûxwazî bi helbest û berhemên wî ve diyar bû.

Ew hozanekî serhildêr û nedubarebû ye, li sala 1994an li gel komeke nivîseran grupeke nûxwaziyê daniye, bo nûkirinê di şiir û edebiyatê de bi navê Nûkirin Her û Her li gel (Fazil Omer, Arif Hîto, Şukrî Şehbaz û Selman Kovlî).

Navhatî 12 dîwanên çapkirî hene; ji wan; Befra li vêre, Çavên ewê kiçka henê, Layê germ ji bajêrî, Derewek li çepa serî ya Qasiyonî, Ew xewna li ser fîstanê wê bûyim zava û Xidro. Ji bilî şiiran, du kitêb wergerandine; Hingavtina Paşerojê, Alvin Toffler. Kîne em? Samuel Huntington.

Nivîserekî cihê bawerî daxbariyê bûye, bûye sernivîserê govara Peyv û serokê Yekîtiya Nivîserên Kurd bûye tayê Dihokê. Helbestên wî bûne stran bi dengê Şehrîbana Kurdî, Bilind Îbrahîm, Emer Gundî û Mehmûd Bamernî.