KOM Muzîkê bersiv da Mem Ararat

5 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan KOM Muzîk Mem Ararat Mûzîk Hunermend Maf
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Piştî ku hunermendê Kurd Mem Ararat nerazîbûneke tund nîşanî KOM Muzîkê da û ew bi "dizîna keda xwe" tohmetbar kirin, KOM Muzîkê bi daxuyaniyeke nivîskî bersiv da.

KOM Muzîkê diyar kir ku ew keda ti hunermendî tune nahesibînin û ji bo çareseriyê bangî diyalogê kir.

Hunermendê navdar ê Kurd Mem Ararat li ser hesabê xwe yê medyaya civakî bi peyameke vîdeoyî ya nêzîkî 6 xulekan daxuyaniyên tund û balkêş dan.

Mem Ararat bi taybetî nerazîbûna xwe nîşanî hinek sazî û dezgehên Kurdan û bi taybetî KOM Muzîkê da.

Ararat di peyama xwe de bal kişand ser wê yekê ku ew bi salan e rastî neheqiyê tê.

Wî diyar kir ku ev 12 sal in di bazara muzîka Kurdî de keda wî tê xwarin û sozên ku jê re hatine dayîn nehatine bicihanîn.

Ararat ragihand ku ew ji ber rexne û kampanyayên reşkirinê yên li ser medyaya civakî neçar maye ku van rastiyan eşkere bike û got, "Sebra min jî sînorekî wê heye."

"Ez ne xulamê bavê kesî me"

Hunermendê Kurd tekez kir ku ew ne li dijî ti partî û saziyên Kurdan e lê ew "koletiya kesî" qebûl nake.

Ararat, KOM Muzîk û birêvebirê wê Erdal Avci bi awayekî eşkere kirin armanc û got:

"Hûn tam 12 sal in ku bêyî ku bi qasî serê derziyê kedeke we hebe, we dest daniye ser hemû keda min. Ma ev ne dizîna kedê û zilm e? Ez ne xulamê bavê ti kesî me."

Mem Ararat eşkere kir ku wî gelek caran di rewşeke aborî ya nebaş de jî mesrefên xwe û muzîkjenên xwe ji kîsê xwe daye ku beşdarî bernameyan bibe.

Wî diyar kir ku tevî van hemû hewldanan jî wî helwestên neyînî û bêwefayî dîtine.

Ararat di dawiya peyama xwe de bi tundî anî ziman, "Çavê we ronî be, êdî derî û paceyên min ji pola ne û heta hetayê li we girtî ne!"

Daxuyaniya KOM Muzîkê

Li ser van îdia û daxuyaniyên Mem Ararat, KOM Muzîkê bi daxuyaniyeke nivîskî bersiv da.

Tevahiya daxuyaniya KOM Muzîkê bi vî rengî ye:

“Ji Dergûşa Çandê
Ji Raya Giştî re

Di destpêkê de em dixwazin silav û rêzên xwe pêşkêşî gelê xwe yê bi rûmet, dostên xwe yên hunermend û hevrêyên xwe yên dilsoz bikin.

Li ser hinek nîqaşên ku di van rojên dawîn de ji aliyê Mem Ararat û Şêxo Fîlîk ve bi parvekirinên di medyaya dîjîtal de hatine destpêkirin û tê de behsa saziya me jî tê kirin, me pêdivî pê dît ku em daxuyaniyeke kurt di çarçoveya prensîbên xwe de bidin.

Beriya ku em dest bi parvekirina hinek agahiyan bikin, bi hestên taybet ên ku em ji ber nêzbûna 30 saliya xwe dibin dijîn, em ji dil û can malavahiya tevahiya kesên ku di pêkhatina vê arşîvê de ked dane, dikin.

Ji dema ku me di sala 1997an de dest bi xebatên xwe yên çêkeriyê kiriye vir ve, me bi xwebexşî, dilsozî û xebata hevalên xwe yên kedkar a di demên dijwar de û bi berhemên hevrêyên xwe yên hunermend ên wêrek, xebatên xwe ava kir.

Heta ku ev xwebexşî û dilsozî bidome, em dê her û her he bin. Ji roja pêşîn ve, polîtîkaya me ya çêkeriyê û hilberînê di çarçoveya berjewendiyên aborî yan jî çanda populer de nebûye; me hilberîneke alternatîv a ku xwe ji rehên xwe xwedî dike ji xwe re kiriye navend.

Herî zêde jî ji ber van sedeman em dixwazin bibêjin ku; saziya me, heta îro jî, helwesteke ku keda tu hunermendî/ê ku bi wan re xebitiye bênirx bike, îtîbara wî/ê ya takekesî ji xwe re bike armanc an jî hilberîna wî/ê ya hunerî biçûk bixîne, nîşan nedaye.

Her wekî ku em nîqaşên li ser bingeha îthaman rast nabînin; em di wê baweriyê de ne ku dezenformasyona ku hatiye çêkirin ji bo diyalogeke berhemdar zemînekê naafirîne.

Ya girîng ew e ku tevahiya hilberînên hunerî, têkiliyên kedê, xebatên çapemenî û weşangeriyê û meseleyên mafan di çarçoveyeke rast de werin nirxandin.

Der barê mijara navborî de jî saziya me beriya niha gelek caran hewl daye ku zemînekî hevdîtinê biafirîne. Hatiye gotin ku mijar divê bi rêya diyalogê, di çarçoveya heq, hiqûq û kedê de bê nirxandin.

Li gel vê yekê jî, di daxuyaniyên li ser medyaya dîjîtal de, hatiye gotin ku saziya me hêvî û daxwazên mixatabên xwe li ber çavan negirtine. Ev daxuyaniyên tpn dayîn ne rast in.

Ji destpêkê ve em vê yekê dibêjin û diparêzin; divê em bi dilmayînên takekesî û bi şîroveyên li ser medyaya dîjîtal tevnegerin; bi berpirsiyariyên dualî tevbigerin.

Di daxuyaniyên ku hatine dayîn de, diyar e ku mafên fonograman bêyî ku tu rêgez û çarçove li ber çavan bên girtin, tên xwestin. Lê ev maf bi tenê bi daxuyaniyên takekesî na, di heman demê de divê di çarçoveya zagon û prosedurên heyî de bên nirxandin.

Hebûna mafekî, çarçoveya wî mafî û dewra wî bi daxuyaniyên yekalî diyar nabin; bi belgeyên şênber û li ser zemîneke gotûbêjê tên diyarkirin.

Tiştê ku balê dikişîne ev e: Ji aliyekî ve ji bo çareseriya pirsgirêkê bangê li raya giştî dikin, ji aliyê din ve jî bêyî ku tu muzakereyekê bikin an jî doza lihevkirinê bikin, bê şert û merc doza dewrê dikin.

Em dibînin ku di navbera van her du seknan de nakokî hene. Li gel ku em ne alîgirên înkarkirina mafan û berheman in, em bendewariya ji saziya me ya yekalî ya ku bêyî tu şert û mercan dewr bê kirin jî maqûl nabînin.

Şîroveyên ku li ser medyaya dîjîtal tên kirin wekî nêrîna me ya fermî tên nîşandan. Lê nêrînên me bi tenê bi rêya kanalên saziya me yên ragihandinê tên vegotin.

Di vîdeoya ku hatiye belavkirin de, ji aliyekî ve tê gotin ku li hemberî tu saziya Kurdan sekneke dijber tune ye lê ji aliyê din ve jî hebûna me ya saziyî ya kolektîf bi tawanbariyan dibe hedef.

Ji aliyekî ve behsa lêgerîna li rêyên çareseriyê tê kirin, ji aliyê din ve jî bi nêzikatiyeke ku zemîna diyalogê dirûxîne tê gotin ku “derî heta bi hetayê hatine radan.”

Vegotinên bi vî rengî mixabin hewldanên ku li hemberî KOM Muzîkê bertekên raya giştî çêbibin tîne bîra mirovan. Her wekî ku me di destpêkê de jî got, saziya me keda tu hunermendekî/ê tune nahesibîne.

Her wiha keda saziya me, xebatên wê yên arşîv, weşangerî, çapemenî û belavkariyê, pêvajoyên danasînê, hewlên afirandina bîrekê û berpirsiyariyên parastinê yên ku bi salan e didomin jî nikarin tune bên hesibandin.

Em dixwazin balê bikişînin ser vê yekê ku; tawanbariyên manîpûlatîv ên di daxuyaniyên medyaya dîjîtal de der barê xebatkarê berê yê KOM Muzîkê Erdal Avci de hatine kirin ji niyetpakiyê dûr û xapînok in; her wiha hişmendiya kolektîf a KOM Muzîkê ya ku xebata xwe li ser pîvanan ava dike, piştguh dikin.

Her wekî ku heta niha em tevgeriyane, ji niha şûnde jî em alîgirên nêzikatiyeke dualî ya di çarçoveya etîk û sazîbûnê de ne. Ji ber vê yekê, di dewsa tawanbariyan de; em banga xwe dubare dikin ku em bikevin nava diyalogeke çêker a ku tê de belge û daxwaz bi hev re bên nirxandin.

Em li ber bîranînên hevrêyên xwe yên ku niha ne di nava me de ne bi rêzdarî bejna xwe ditewînin.

Kolektîfa Çêkeriyê ya KOM Muzîkê”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst