Hewlêr (Rûdaw) - Her du xwişkên Kurd Raşan û Xêlan cara duyem bi awayekî fermî ji bo Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Cannesê hatin vexwendin.
Wan diyar kir ku îsal amadehiya Kurdan a di festîvalê de gelekî zêdetir e û cihê zêdetir ji bo dengên cuda hatiye veqetandin.
"Nûnertiya nasnameya me şerefek e"
Raşan û Xêlan li ser beşdarbûna xwe di Festîvala Fîlman a Cannesê de ji Rûdawê re axivîn.
Wan got "Em gelekî kêfxweş in ku îsal jî beşdarî Festîvala Fîlman a Cannesê dibin.
Em bi awayekî fermî hatine vexwendin û wekî du keçên Kurd ev ji bo me şerefeke mezin e.
Nûnertiya çand û nasnameya me ya li ser platformeke wiha ya navneteweyî ji bo me xwedî wateyeke mezin e."
Amadehiya Kurdan îsal xurttir e
Her du xwişkan amaje bi berhem û kesayetên Kurd ên di festîvalê de kir û destnîşan kir ku îsal Kurdistan bi awayekî berçav amade ye.
Wan got, "Hûn dikarin rûyên Kurdan zêdetir bibînin.
Her wiha bala zêdetir li ser berhemên Kurdî heye û bi giştî nûnertiyeke xurttir tê dîtin.
Vê yekê kir ku îsal li gorî cara yekem ji bo me taybetir be."
Raşan û Xêlanê diyar kir ku serdana wan a yekem ezmûneke xweş bû lê îsal watedartir e çimkî bi gotina wan, "hebûna Kurdan bi awayekî xurttir tê qebûlkirin."
Her du xwişkên Kurd li ser rewşa giştî ya festîvalê jî van ji Rûdawê re got, "Îsal festîval gelekî zindî û navneteweyî ye.
Gelekî xweş e ku em dibînin cih û pêgeheke zêdetir ji bo çand û dengên cuda tê dayîn ku Kurdistan jî di nav wan de ye."
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse