Ferhenga Nûjen - Gavek di ferhengsaziyê de

Ferhengsaziya Kurdî

Mebest ji ferhengsaziyê karê çêkirina ferhengê ye, ku li gorî peyrew û rêbazeke diyarkirî, tê danîn, organîzekirin û sîstematîkirin, bi wateya ku ev war pîşesazî û awayê danîn û çêkirina ferhengê ye, ji aliyê danhev, berhevkirin, şirovekirin, hevwatekirin û rêzbendkirina peyvan ve, hevdem daxuyaniya danasîn û zanyariyan derbarê materyalên ferhengî, ku li gorî sîstemeke zanistî û hunerî, têne polênkirin û berhemanîn.

Ferhengsazî li ser du binemayên sereke tê avakirin: Yekem, Rêzbendiya materyal û peyvên zimanê sereke yê ku ferheng li ser tê avakirin, ew jî bi yekeyên ferhengî yan (Lexeme) tê naskirin. Duwem, danasîn û hevwatekirina wan materyalan bi zimanê şiroveyê, ku li beramber materyalên zimanê sereke têne bicihkirin. Bi van herdu binemayan, nasnameya ferhengê tê diyarkirin, ku ew ji bo kîjan bikarhêner û xwendekaran hatiye dirustkirin û armanc jê çi ye, lewma bi nebûna rêzbendiyê, ferheng bêserûber dibe û taybetmendiya wê nasnameyê jidest dide, wiha jî nebûn yan şaştiyên danasîn û şiroveyê ferhengê bêsûd û bêhûde dihêle.

Li ser asta Kurdî, tevî pêwîstiya xwendekaran bi ferhengan, take ferhengek, bi tena xwe nikare nûnertiya hemû gencîneya ziman bike, ne jî merc e, ku nûnertiya ziman hemûyî yan beşekî berfireh jê bike, ji ber ku her ferhengek, li gorî rêbaza xwe, beşekî ji peyvan, li xwe digire, lê gelek peyvan jî, li xwe nagire yan jidest dide. Êdî, di warê ferhengsaziyê de, ev yek akareke asayî ye, ku her ferhengek hinekî yan aliyekî ji wan valahiyên ferhengî didigire û her ferhengek xwedî rewş, şêwaz û taybetmendiyeke cuda ye ji yên din.

Ferheng yek ji çavkaniyên wergirtina zanyarî û zanistê ye, wiha jî peyvên ziman, pend û nerîtên civakê û zanyariyên zanistî ji windabûnê diparêze û wan ji nifşekî vediguhêze nifşekî din, bi wateya ku ew kenaleke pevgihiştin û danûstandina rewşenbîrî, hizrî û zimanî ye, di navbera nifşên çûyî û yên hatî de, ji neteweyekî yan gelek neteweyan. Hevdem alîkariya bikarhênerê xwe dike, ku bizanibe peyva diyarkirî çi ye, çi wate, hevwate û dijwateyên wê hene, çi akar, ast û awayên bikaranîna wê hene û danasîna wê çi ye. Peyvên kevn û nû jî, li xwe digire, dibe ku resenî yan dîroka peyvan jî bişopîne û nîşanê pê bide. Êdî bi hebûna ferhengan, ziman zindî û dewlemend dibin. Peyvên belavbûyî, heyî, resen, neresen û sexte, ji hev têne cudakirin.

Bikarhênerê ferhengê, ji bo naskirina awayê rast ji nivîsîn, bilêvkirin û bikaranîna peyvan, û wergirtina zanyariyên girêdayî wate û rewşa peyvan, li ferhengê vedigere, weke çavkaniya sereke ya yekeyên ziman, êdî ev yek bi xwe, sedema bingehîn bû, ji bo danîn û çêkirina ferhengê, ku encama erkên dem û salên dirêj in, ji kar û şopandina peyvan û komkirin û belgekirina zanyariyan, di nav de jî, gelek warên huner û zanistê tevlî wî karî dibin, heta gihiştiye vê radeya ku niha ferheng tê de, tê dîtin.

Di dîroka ferhengsaziya Kurdî de, heta niha hejmara ferhengên corbicor ên yekziman, duziman , pirziman û ferhengên mijaran, bi derdora (200) ferhengan tê texmînkirin.

Dîroka yekem ferhenga Kurdî, vedigere berî nêzîkî 331 salê, ku Ehmedê Xanî (1682-1683yê zayînê) ferhenga bi navê (Nûbara Biçûkan) a bi (Nûbihara Biçûkan) hatiye naskirin û belavkirin, amade kir. Ew jî ferhengeke duzimanî, bi Erebî û Kurdî bû. Piştî wî, proseya ferhengsaziyê gelekî bi xavî û sistî berdewam kir, heta sedsala bîstem, ku bêhtir ji 100 ferhengên Kurdî di wê sedsalê de derketin û ketin ber destên xwendekaran.

Jînenîgariya Ezîz Akreyî

Danerê (Ferhenga Nûjen) Ezîz Reşîd Akreyî, bi (Ezîz Eqrawî) jî hatiye naskirin, sala 1924an li bajarê Akrê, li Başûrê Kurdistanê jidayik bû.

Sala 1945an derçûyê Akadîmyaya Leşkerî bû, li Bexdayê.

Sala 1957an bi nihênî bû endamê Partiya Demokrat a Kurdistanê PDKê.

Sala 1962yan beşdarî di Şoreşa Kurdî de kir û di pileyên bilind de, beşdarî di fermandariya Pêşmergeyan de kir.

Sala 1964an, weke endamê Komîteya Navendî ya Partiya Demokrat a Kurdistanê PDKê, hate hilbijartin.

Sala 1968an bû endamê Polîtbîroya PDKê.

Sala 1972an bi pileya Major General çû malnişîniyê.

Endamê Komeleya Zanistî ya Kurdî bû, piştre bû serokê Desteya Kurdî ya Komeleya Zanistî ya Iraqî.

Sala 1998an koça dawî kir.

Bêhtir ji 13 berhemên wî hene, hinek ji wan destnivîs in û heft berhem jî hatine çapkirin, ji wan:

-Etlesa Laşê Mirov (Bi wêne).

-Fêrkirina Kurdî bi tîpên Latînî.

-Rêbera Sêzimanî (Kurdî-Erebî-Ingilîzî).

-Çîrokên Foliklorî yên Kurdî.

-Ferhenga Nûjen (Erebî-Kurdî).

Çar pirtûkên din amade ne, lê hêj nehatine çapkirin, ji wan:

-Ferhenga Ingilîzî-Kurdî.

-Ferhenga Ingilîzî-Kurdî (Bi wêne).

Li gorî vê jînenîgariya dewlemend, diyar e Ezîz Akreyî, jiyana xwe bi tevger, kar û xebata siyasî, leşkerî û zanistî derbas kiriye, herwiha bi awayekî baş, bi zimanên Kurdî, Erebî, Ingliîzî û hinek zimanên din dizanîbû û bi wan jî xwedî berhem bû. Herwiha ew alîgir û hawadarê bikaranîna tîpên Latînî bû, di nivîsîna Zimanê Kurdî de, ji baweriya wî ku ew cor ji tîpan guncawtir in ku Zimanê Kurdî pê bê nivîsandin, lewma wî bi piranî berhemên xwe bi wan tîpan amade kirin.

Di çarçoveya wê jiyana tijî kar de, tevî berfirehî û pirbûna bereyên wê xebata siyasî, leşkerî û zanistî, bi belgeya wan berheman, her li bîra wî bû, ku beşekî mezin ji erk û keda xwe têxe xizmet û berjewendiya Zimanê Kurdî.

Akarên Ferhenga Nûjen

(Ferhenga Nûjen/القاموس العصري) ya Ezîz Reşîd Akreyî, (Erebî-Kurdî) ye, çapa yekem, sala 2020an, ji aliyê birayê wî, Karwan Reşîd Akreyî ve, li çapxaneya (Xuceste Nû), di 4 bergan de, hate çapkirin. Sîstema wê bi wî şêwazî ye, ku zimanê sereke yê ferhengê Erebî ye û zimanê hevwatekirin û şiroveyê Kurdî ye, ango ew kesên ku bêhtir bi Zimanê Erebî dizanin, dikarin sûdeke mezin jê bibînin û li beramber materyalên Erebî, peyv û hevwateyên wan ên Kurdî binasin.

Daner, di pêşgotinê de, nîşan bi wê yekê daye, ku ji sala 1958an ve, kar di ferhenga xwe de kiriye, heta dawiya jiyana xwe, sala 1998an, ango derdora 39 salan tê de kar kiriye, ango piştî koça Ezîz Akreyî, bi (21) salê, ev ferhegng hate çapkirin, û materyaleke dewlemend berhev kiriye, lê weke arezûya dilê wî, ku dixwest bi çavên xwe vê berhemê çapkirî bibîne, ev xwestek pêk nehat, lê dîsa jî çapkirina wê, piştî koça wî, karekî bisûd, pîroz û hêja ye.

Ferhenga Nûjen, di 4 bergan de, ku ji (2982) rûpelan pêk tên, hatiye çapkirin, herwiha derdora (100) hezar yekeyên ferhengî (Entrée lexical/المداخل المعجمية), ango peyvên sereke yên Erebî, li xwe digire. Ew peyv jî, bi Kurdî hatine hevwatekirin û şirovekirin, bi wateya ku li beramber her yekeyeke Erebî, bi mamnavendî 1,2 yan 3 peyvên Kurdî hatine danîn, û bi piranî, ne kêmî 2 nimûneyên asta bikaranînê jî cih girtine, bi wê yekê, hejmara peyvên Kurdî jî, bi derdora (200) hezar peyvê tê texmînkirin, li kêleka wan peyvan derdora (200) hezar mînak û nimûneyên asta bikaranîna wan hene.

Di (Ferhenga Nûjen) de, peyv li gorî Alfabêya Erebî hatine rêzbendkirin, li beramber wan jî, danasîn, şirovekirin, hevwatekirin bi Zimanê Kurdî hatine bicihkirin. Awayên bikaranîna peyvan, di ast û çarçoveyên têvel û cobicor de, hatine nîşandan û mînak li ser wan hatine danîn, ev yek jî xurtbûneke ferhengê nîşan dide.

Dema ku daner hest bi wê yekê kir ku beşekî gelek ji Kurdan, bi taybetî li Başûr û Rojavayê Kurdistanê, bi Erebî dizanin û wateyên hinek peyvan bi erebî bêhtir ji Kurdî dizanin, xwest ku ferhenga xwe, li gorî wê sîstemê amade bike.

Awayê gera li peyvekê, di vê ferhengê de, hêsan e, ji ber ku li gorî rêzbendiya ferhengî û Alfabêya Erebî hatiye danîn û li jora her rûpelekê peyva yekem û peyva dawî ji her rûpelekê, hatiye nivîsandin, ku di nav wan herdu peyvan de, çend ji materyalan hene û di nav xişteyê de, hatine bicihkirin.

Di pêşgotinê de, weke çi fehenga nûjen, awayê bikaranîna ferhengê hatiye şirovekirin, nîşan bi wê yekê jî hatiye dan ku di nav materyalên ferhengê de, hinek peyvên Kurdî di nav du kevanan de hatine danîn, ji bo ku bikarhêner wan li gorî çarçoveya guncaw bikar bîne. Weke mînak:

(Kar, Kiryar) (lê, jê, tê) kir                             أثر عليه

Kar lê kir, kar jê kir, kar tê kir…

Di van mînakan de diyar dike ku daner nimûneyên bikaranîna peyvan nîşan dane, ji bo ku bikarhêner ast û çarçoveyên wan peyvan binase. Wiha jî:

(Sanayî, Sade, Sivik) (kir, êxist)                   بسَّطَ الأمرَ، سَهَّلَ

Sanayî kir, sanayî xist, sanayî êxist, sade kir, sade êxist, asan kir, sivik kir, sivik xist.

(Dû, dûv, dûda, dûra, dûvra, şûnda, piştre, şûnre) (çû, hat, zivirî…)           تَلا، تَبعَ

Dû çû, dû hat, dûra, dûvra, dûvra çû, şûnda hat, şûnda zivirî.

Eger peyveke Kurdî ji bikarhênerê vê ferhengê re pêwîst be, ew nikare bi hêsanî wê peyvê bibîne, lê eger peyveke Erebî jê re pêwîst be, li gorî rêzbendiya ferhenga Erebî dikare bigihêje hevwateya wê ya Kurdî, weke mînak: Peyva (hilgirtin) nayê dîtin eger li naveroka ferhengê negere, lê eger peyva (حِمْل، أحمال) a Erebî jê re pêwîst be, dikare yekser here dergehê tîpa (ح) ya Erebî û piştre di wî derhehgî de, li tîpa (م) a Erebî li pey (ح)yê bigere û piştî (ح م) li tîpa (ل) a Erebî bigere êdî wê bigihêje peyva (ح م ل) li wê derê dikare gelek wate, hevwate û şiroveyên girêdayî ( ح م ل) bi herdu zimanên Erebî  Kurdî bibîne.

Sîstema rêfêransê hatiye bikaranîn, ku hinek caran peyv bikarhêner vedigerîne berî xwe yan piştî xwe, weke mînak:

Li (bêjink, sered, hêlang) (kir, êda) dabêjit                                           غَربَلَ، نخَلَ

Li vê derê bikarhêner vedigerîne (نَخَلَ), wiha jî li (نَخَلَ) wî vedigerîne (غربَلَ).

(bêjînk, sered, hêlang) (kir, êda) dabêjt, dabêja                                                نَخَلَ، غَربَلَ

Wiha jî:

Bîr, yad, huş, hizir, waz                                  حافظة، ذاكرة

Bikarhêner vedigerîne (ذاكرة), li wê derê jî wî vedigerîne vê derê:

Bîr, waz, hizir, yad, huş, dalxe                     ذاكرة، حافظة

Ferhenga Nûjen sûd ji şêwezarên Zimanê Kurdî kiriye, weke mînak, tewanga (î) û daçeka (li) li şûna (ji) ku di Badînî de heye bikar aniye, wiha jî awayê bilêvkirina xwecihî û herêmî, û peyvên cudacuda ji Kurmanciya Jorîn û Kurmanciya Jêrîn bikar anîne, di nav de jî, gelek awayên bilêvkirinên xwecihî û herêmî weke nimûneyên rewa bikar anîne.

Di pêşgotina ferhengê de, Ezîz Akreyî dibêje: “Gelekî pêwîstiya gelê me yê Kurd bi belavkirina zanistên nûjen heye. Meger ziman amêr û behane, ne akam bin, êdî pêwîst e tiştên nû û bêjeyên ku rojane têne bikaranîn, di hemû waran de, bêne pejirandin û em wan hemû bêjeyan binivîsin, ku li gorî çêja Kurdî bin, ji bo em zimanê xwe ligel jiyanê bipêş bixin.”

Wiha Akreyî armanca xwe ji danîna vê ferhengê nîşan dide, û dîsa dibêje: “Min dest bi danîna vê ferhenga dewlemend bi materyalan kir, ji baweriya min bi wê yekê, ku eger derfet bi min hate dan, ez wê biserî bikim, ew ê palnerek be ji bo pêşxistina rewşenbîriya Kurdî ya serdemî, bi dema çend salan li pêş, ji ber ku ew ê bi wan re alîkar be, ku zanyariyên zimanî yên girîng werbigirin, herwiha hejmareke baş ji têrmên zanistî û hunerî, beşek ji wan jî hêj di nav ferhengên Kurî de, bicih nebûne.”

Akreyî, agahdarî rehendên wî karê xwe bû, lewma mebest û sedemên danîna ferhenga xwe eşkere dike, ku heta dema wî dest bi karê wê ferhenga xwe kiribû, wke ku dibêje, “Hêj kesekî ferhengeke (Erebî-Kurdî) hûrbîn, hêsan û diyar, ku pêdiviyan berdest bike, çê nekiriye.” Ango, bi dirustkirina ferheneke wiha, bi van armancan, ji nîvê duyem ê sedsala bîstem ve, wî erkekî zehmet dabû ber xwe û barekî giran li ser milê xwe hilgirtibû, herwiha eşker kiriye ku ew agahdar bû pêwîstiya wî karî bi demeke dûr û dirêj û qurbaniyeke mezin û bêhneke fireh heye. Lê tevî wê yekê jî, û tevî kar û barên giran, di warên leşkerî, siyasî, partîzanî û zanistî de, ku li ser milên wî hebûn, Akreyî xemsarî nekir û dema 39 salan, ji jiyana xwe ya tijî erk, kar û zehmetî, ev ferheng amade kir.

Ne tenê sûd ji çavkanî, jêder, pirtûk û ferhengên heyî dît, lê belê sûd ji gerncîneya xwe û bizav û danûstandinên ligel kesên din, bi hemû şêwezarên Kurdî dît, ku yekser pêrgî çi peyv, şêwaz û derbirrînan dibû, di ferhenga xwe de, cih jê re vedikir.

Ferhenga Nûjen bi zanyarî, materyal û peyvên Erebî û Kurdî dewlemend e. Bêlayeniya zanistî jî, tê de diyar e. herwiha sûdwergirtina ji şêwezarên Kurdî û sûdgihandina bi şêwezaran yek ji akarên wê yên berbiçav e. Di nav de jî vejandina gelek peyvan, ku egera windabûna wan hebû, yek ji wan karên bisûd bû, ku di vê ferhengê de, têne dîtin.

Ligel danasîn û şiroveyê jî, gelek mînak û zanyariyên zimanî, kultûrî, zanistî, dîrokî, civakî, şaristanî û peyvên nûjen hatine peydakirin. Hevdem gelek valahiyên ferhengî ku di ferhengên berê de, nehatibûne çareserkirin, di vê ferhengê de, çareseriyeke berbiçav jê re hebû. Wiha jî girîngiya ferhengê di warê wergera di navbera herdu zimanan de, diyar dibe.

Astengî û zehmetî:

Di pêvajoya 39 salên dirustkirina Ferhenga Nûjen de, gelek zehmetî û astengî li pêş rêya karê wê ferhengê derketin, ji wan jî, hinek sedem girêdayî erkên berfireh ên daner bi xwe ne, ji aliyê siyasî, leşkerî, ewlehî, koçberî û fermanberî ve, lê li aliyekî din, kêmbûna berbiçav a ferhengên yekziman ên Kurdî û yên duziman ên Erebî-Kurdî û çavkaniyên ferhengsaziyê yên pêwîst ji bo pêşxistin û biserîkirina wî karî, li gorî prensîp û binemayên zanistî û hunerî yên ferhengsaziyê, ku di encamê de, di çarçoveya serdemeke diyar de, zehmetî li pêş wê ferhengê dirust kirin.

Di beşê duyem de, ji sedsala bîstem, ferhengsaziyê di pirtûkxaneya Ingilîzî, Fransî û Erebî de pêşketineke berbiçav dît, hevterîpî wê jî, ew pêşketina pêwsît, di pirtkxaneya Kurdî de, nehate peydakirin, ji ber ku heta niha ew kar di warê erkên takeksî de ye û nebûye erkekî dezgehî û tevayî, ku bi dehan yan bi sedan şarezayên pispor tê de kar bikin, lewma bi piranî kêmasî di ferhengên Kurdî de bêhtir derdikevin.

Têgehên  peyvan necîgir in, lê belê di guhertinên berdewam de ne, her li gorî war, ast û çarçoveyên cuda dabeş dibin, di nav de jî  pêwîst bû daner lêkolînê di her peyevekê de ji zimanê sereke yê Erebî bike, li beramber wê jî, lêkolînê di peyva zimanê şiroveyê de bike, ku ew jî Zimanê Kurdî ye, heman zehmetî di warê diyarkirina hevwateyan de ye, bi taybetî dema ku danerê ferhengê xwe li hember peyveke zimanê sereke dibîne û pêwîstiya wî bi hilbijartina hevwateya herî guncawtir heye, êdî xwe li beramber rêçareya hevwatekirina bi wergerê yan hevwatekirina bi peyvekê, hevokekê yan şiroveyekê, dibîne. Ev hemû zehmetî dikevine warê astengiyên ku li pêş vî karî derdiketin, lê çareseriya wan jî, di wê yekê de ye ku saziyên pispor sûdê ji vê materyalê bikin û nûjenî û pêşxistinê bidinê, lê heta niha ev yek nebûye, lewma pêwîstî bi hinek raspardeyan heye.

Rasparde:

Ferhengeke bi vî corî nîşana nerîneke şaristanî ye, di civak û rewşenbîriya Kurdî de, lê pêwîstiya vê yekê bi guhdanê heye, ku ji aliyên sazî û dezgehên rewşenbîrî, herwiha ji aliyê ragihandinê ve û ji aliyê kolêj, peymangeh û zanîngehan ve, ku erkên wiha piştguh nexin, bi taybetî ku rola ferhengeke wiha duziman, di parastina ziman, weger, dirustkirin û avakirina pêwendiyan de, di navbra herdu zimanên Erebî û Kurdî de, heye.

Bi piranî, her peyvek xwedî wateyeke navendî û bingehîn e, lê di bikaranînê de, dibe ku ji wê navend û bingehê dûr bikeve, êdî di vê yekê de zehmetî li ber danerê ferhengê derdikeve, ku heta çi radeyê dikare wan wateyên belavbûyî berhev bike û zelal bike û ji hev cuda bike. Di vê derbarê de astengî li pêşiya danerê ferhengê derdikeve ku çawa dê bikaribe bigihêje wateya navendî û bingehîn û çawa jî dê wê bigihîne bikarhênerê ferhengê, û hevterîpî wê jî, wateyên cuda di astên têvel de, ji heman peyvê re, diyar bike, ji bo ku xwesteka bikarhênerê ferhengê bi awayekî serkeftî bicih bîne. Beşek ji peyvan xwedî wateyên taybet in, beşek jî têrmên zanistî ne, êdî ev hemû zehmetî bûn li pêşiya daner ku heta radeyeke baş serkeftin tê de bidest xist.

Bi liberçavgirtina pêşgotina daner, di Ferhenga Nûjen de, diyar e ku handerên çêkirina wê ferhengê, neteweyî, mirovî, civakî, rewşenbîrî û zanistî bûn, lewma pêwîstî bi wê yekê heye ku lêkolîn, nirxandin, analîz û rexnekirin derbarê vê ferhengê bêne encamdan, ji bo ku ferhengsaziya Kurdî gaveke lipêştir bavêje.