Li Amedê xelatên şanoyê hatin belavkirin: Keleha Dimdimê bû yekem
Amed (Rûdaw) - Li Amedê xelatên "Pêşbirka 7emîn a Nivîsandina Lîstikên Kurdî ya Evdirehîm Rehmî Hekarî" gihîştin xwediyên xwe.
Pêşbirka ku ji ber tayînkirina qeyûman 9 salan hatibû rawestandin, îsal bi beşdariya 45 berhemên nû yên şanoyê hat lidarxistin.
Merasîma xelatdayînê ya pêşbirkê ku ji aliyê Şanoya Bajarê Mezin a Amedê ve hat organîzekirin, rastî eleqeyeke mezin hat.
Di pêşbirkê de Îbrahîm Kazimî bi berhema xwe ya bi navê "Kela Dimdimê" bû yekem.
Berat Şahînbeyoglû bi berhema "Siyabend" bû duyem û Ahmet Bîlge jî bi berhema "Heyran Ka Em jî Siyaset Bikin" bû sêyem.
Her wiha Mesût Arif jî bi berhema "Dîno" hêjayî xelata mansiyonê hat dîtin.
"Evdirehîm Rehmî Hekarî di vî warî de dîrokî ye"
Şanoya Bajarê Mezin a Amedê wekî kevneşopiyekê her sal li ser navê wêjekar Evdirehîm Rehmî Hekarî vê pêşbirkê li dar dixe.
Birêvebirê Şanoya Bajarê Mezin a Amedê Tahîr Baykuşak bal kişand ser girîngiya dîrokî ya Evdirehîm Rehmî Hekarî û got:
"Evdirehîm Rehmî Hekarî sala 1919an teksta yekem a şanoyê ya Kurdî nivîsandiye û li Stenbolê di hejmarên 15 û 16an ên Kovara Jînê de weşandiye.
Di vî warî de Evdirehîm Rehmî Hekarî gelekî dîrokî ye.
Ji bo pêşbirkê ji çar parçeyên welêt serlêdan çêbûn. Ji Bakur, Başûr, Rojava, Rojhilat û ji diyasporayê serlêdan hebûn."
"Çavên nifşên paşerojê li me ne"
Xelatgirê Pêşbirkê Mesût Arif diyar kir ku barê wan giran e û got:
"Rûyê me, dengê me, azarên me û hewarên me gelek in. Ji ber vê yekê barê me girantir e û divê em li van tiştan xwedî derkevin.
Çavên zarok, ciwan û şanogerên paşerojê li me ne ka em dê ji wan re çi mîrateyê bihêlin."
Xelatgirê duyem Berat Şahînbeyoglu jî kêfxweşiya xwe anî zimên û got:
"Bila şanoya Kurdî mezintir bibe. Ez ji ber qedrê ku didin şanoya Kurdî spasdar im."
"Me 20 puan li ser ziman dan"
Nivîskar, derhêner û lîstikvanê Dihokî Helket Îdrîs Abid ku yek ji endamên juriyê bû, amaje bi girîngiya bikaranîna ziman kir.
Helket Îdrîs Abid diyar kir ku wan îsal pîvanên ziman tundtir kirine û got:
"Di pêşbirka îsal de me cara yekem 20 puan li ser ziman dan. Me puan nedan tekstên ku zimanê wan ne baş bûn.
Dibe ku çîrok baş bû, teknîk baş bû lê ji ber ku zimanê Kurdî ne baş bû me puan nedanê.
Loma jî ev pêşbirk dibe sedem ku nivîskar bi taybetî di aliyê ziman de xwe hinekî zêdetir biwestînin û xwe bi pêş bixin."
Wekî kevneşopiya pêşbirkê, hemû tekstên ku ji bo pêşbirka 7emîn hatine şandin dê wekî pirtûk bên çapkirin û li arşîva şanoya Kurdî bên zêdekirin.