Xêro Ebas klîpeke nû belav dike

Hewlêr (Rûdaw) - Hunermend û stranbêjê Kurd Xêro Ebas, vîdyo klîpeke nû amade dike.

Hunermendê navdar ê Rojavayê Kurdistanê Xêro Ebas ji Rûdawê re ragihand ku ew ji stran “Biçûkê Canê” re klîpeke amade dike.

Strana "Biçûkê Canê" ya Hozan Dilgeş e, û dîmenên wê li Kurdistanê hatine tomarkirin, derhêneriya klîpê jî Kamîran Bêrtasî kiriye.

Xêro Ebas behsa hevaltiya xwe Hozan Dilgeş kir û got ku ew bi mirina wî gelek xemgîn bûya û wî lewma xwestiyê straneke wî bibêje.

Ebas dibêje ew dikare klîpên mina Ewropiyan çêke, lê ew di xema Kurdistanê de ye û ji bo vê yekê ew di klîpa xwe de rewşa wêranbûna Kurdistanê tîne ber çavan.

Klîp berhema 3 hunermendên ji 3 beşên Kurdistanê ye, Dilgeş ji Bakur, Kamîran Bêtasî ji Başûr û Xêro Ebas jî ji Rojavayê Kurdistanê ye.