Şam (Rûdaw) - Li Şama paytexta Sûriyeyê, cara yekem "Dîdargeha Rojên Kurdî" hatin lidarxistin û tê de huner û çanda Kurdî hatin pêşkêşkirin.
Çalakiya "Dîdargeha Rojên Kurdî" ji aliyê Yekîtiya Nivîskarên Ereb ve hat lidarxistin.
Di çalakiyê de nivîskar, hunermend û kesên ku eleqeya wan bi huner û çandê re heye amade bûn.
Her wiha gelek Ereb jî tevlî çalakiyê bûn.
Beşeke zêde ya beşdaran Kurdên Şamê bûn. Hinek ji wan her çend bi Kurdî nizanibin jî diyar kir ku ew bi Kurdbûna xwe serbilind in.
"Em dixwazin bedewiya gelê Kurd bidin nasîn"
Di "Dîdargeha Rojên Kurdî" de stran hatin gotin û helbest hatin xwendin.
Helbestvanê Kurd Hozanê Girkundê yek ji beşdaran bû û wî êş û azarên koçberiya 7 salan a ji Serê Kaniyê anîn zimên.
Helbestvanê Kurd Hozanê Girkundê xwest ku ew bi rêya hunerê xwe bidin nasîn û got:
"Hêviya me ew e ku em karibin bi rêya helbest, wêje û hunera Kurdan bedewiya gelê Kurd bi hemû pêkhateyan bidin nasîn û bihevguhertineke çandî di navbera me û hemû pêkhateyên Sûriyeyê de çêbibe.
Çi Ereb, çi Çeçen, çi Xirîstiyan û çi Kurd, em dixwazin bi hev re gulistanekê ava bikin û her yek ji me bêtir ronahiyê bîne ser çand û hunera xwe.”
Qedexeya dema Beasê û Fermana Hejmar 13
Bi serpereştiya Yekîtiya Nivîskarên Ereban yekemîn car e ku ev forum li paytexta Sûriyeyê tê lidarxistin.
Endama Ofîsa Cîbicîkar a Yekîtiya Nivîskarên Ereban Besma Şêxo qedexeya li ser Kurdî bi bîr anî û got:
"Ji destpêka desthilatdariya Beasê ve, li Kurdan qedexe bû ku bi Kurdî biaxivin û navên Kurdî bi kar bînin.
Ev cara yekem bû ku Kurdek derket ser dikê û bi amadebûna wergêrekî helbestên xwe bi Kurdî xwendin.
Ev yek nûnertiya rastîn a Fermana Hejmar 13 bû ku ji aliyê Serokkomar ve hatibû derxistin û mafên çandî û zimanî yên gelê Kurd garantî kir."
"Çand, huner û helbest her tim hêza yekgirtinê ne"
Besma Şêxoyê anî zimên ku wan ev erk girtiye ser milê xwe û pê de çû:
"Ev ji bo Sûriyeyiyan derfetek bû ku hemwelatiyên xwe nas bikin.
Me di Yekîtiya Nivîskarên Ereban de ev yek girt ser xwe ku em Sûriyeyiyan bi pêkhateyên welatê wan bidin nasîn.
Bi rêya vê kombûnê, me karî ji cîhanê re tekez bikin ku Sûriyeyî dikarin di bin sîwana neteweya xwe de werin cem hev.
Çand, huner û helbest her tim hêza yekgirtinê ya bingehîn in."
Dê her sal di Newrozê de bê lidarxistin
Di çalakiyê de ji bo beşdar û guhdaran helbestên Kurdî yekser dihatin wergerandin.
Biryar e ku ev forûm bi awayekî salane û bi hevahengiya Cejna Newrozê de li paytexta Sûriyeyê bê lidarxistin.
Îsal ji herêma Cizîrê ya Rojavayê Kurdistanê 3 kes bi fermî ji bo çalakiyê hatin vexwendin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse