Dengbêj Mihemedê Tepe: Min tu feydek aborî ji dengbêjiyê nedît

Amed (Rûdaw) - Dengbêj Mihemedê Tepe dibêje ku wî ti sûdeke aborî ji dengbêjîyê nedîtiye û dema mirov karekê bike divê bikar be bi debara xwe jî bike.

Ameda ku bi bircên xwe, bi dîroka xwe ya hezaran salan ku ji şariştanîyan re xwedî maltî kirî ye û ji dengbêjan re jî  bûye stargeh ji demên borî heta vê demê ji şevbêrkên dengbêjan jî xalî nema ye. Hiseynê Farê, Mihme Salihê Beynatî, Hesenê Şêx Xalit, Seyîtxanê Boyaxçî ,Eyşeşan çend dengbêjên Amedê ne û di serdemên modern de bi milyonan Kurd bi kilamên wan di nav rûpelên dîrokek nenivîsî de dertên rêwîtîyên bê rawestan.

Dengbêj Mihemedê Tepe jî bi dengê xwe gilî û gazincên dilê xwe ji ava çemê dicleyê re vedibêje û di ser emrê xwe de dinale û bi dengê xwe dengbêj Hiseynê Farê tîne bîra mirov.

Dengbêj Mihemedê Tepe dibêje: “Emrê min 8-9 salî bû, wê çaxê teyîp jî tunebûn radyo jî tunebûn. Ewçax dengbêj dihatin gund kilam digotin meraqa min jî wê çaxê çêbû.Me li devê Çemê Ddîcleyê bostan danî bû, kawin û zebeşên Amedê wê çaxê hozan hatibûn cem me, ji enstrumantên wan hozana re digotin qerebafûn îja wan a li wir kilam gotin û ez jî zarokek 9 salî bûm bû wan çi kilam gotin min ji wan ji berkir.Yek car min guh da wan û kilaman jiber kir. Wê çaxê min nikarîbû di civatan de dengbêjî bikim, lê wexta emrê min gihît 16-17 saliyê min dengbêjên Serhedê jî naskirin. Dengbêj Şakiro, Sidîqê Karlîova, Sidîqê Baxçe, Hiseynoyê Orgînosê vana navên hebûn. Hesnê Şêx Xalit ji Hênê hebû, Mihme Salihê Beynatî, Hiseynê Farê van dengbêjan jî hebûn.Eyşeşan jî kilam digot, Zifqarê Erxenîyê hebû, wexta min vana guhdar kir zêdetir kêf a min ji dengê Hiseynê Farê re hat. Wexta ku kasetên xalê Hiseynê Farê derketin min ji wî kilam girt.”

Mihemedê Tepe bi terz û meqamên Hiseynê Farê kilaman dibêje  kesê ku nizanî ew e lê ku dengê wî guhdar bike yê bêje qey Hiseynê Farê distirê.

Mihemedê Tepe herwiha got: “Min tu feydek aborî ji dengbêjîyê nedît. Nizanim belkî car caran tiştek biçûk menfeetek gihîştî be min jî nizanim. Dengbêjî her dem gênc e û ciwan e, dengbêjî îxtîyar nabe. Lê bi malavatiyê jî dengbêjî pêk nayê. Mirov dema ku senetek kir divê jê menfeetek bigihîje û pê xwedî bike. Divê mirov bikare bi hunera xwe nan bixwe. Ew seneetê mirov pê debara xwe neke nabe.”

Dengbêj Mihemedê Tepe piştî emrê xwe yê 75 salî li peravê Çemê Dîcleyê bostan daniye û bizina xwedî dike û li gel weykê kilamên xwe jî dost û hevalên xwe re dibêje.

Huseyîn Alkoç jî dibêje: “Kurd qîmetê nadin dengbêjên xwe. Berê baş bû lê niha na. Divê qîmeta dengbêja pir were zanîn. Çimkî dengbêj dîrok in dîrok. Dîroka Kurda dengbêj in, dema dengbêj wenda bin, dîroka Kurdan jî winda dibe.”

Cengiz Bingol jî got: “Xalê min ê Mihemed dengbêjekî pir baş e. Xwedê mezin e, lê xalê Mihemed jî dengbêjek pir mezin e. Kilamên xweş dibêje.”

“Deng” û “Bêj” bi hevra dibin dengbêj,dengbêj dibe dertbêj, dibe dîrok, dibe wêje, dibe çand, dibe evîn,dibe evîndarî,dibe bêmirazî û  dengbêj Mihemedê Tepe jî bûye berdevkê kul û keserên xwe û gelê xwe ji av û kanîyan re ji çem û çevkanîyan re derdê xwe vedibêje.