TAYBET - Hunermendê ji çavan dûr Xalit Tarî: Piştî 'Sar'ê albumeke germ tê
Stenbol (Rûdaw) - Platforma Chalak Eventsê li Stenbolê bi muzîsyen Xalit Tarî re bernameyeke gotûbêj û muzîkê li dar xist.
Hunermendê muzîka nûjen a Kurdî Xalit Tarî yê ku wekî kesekî "ji ber çavan dûr" tê naskirin û li gundekî Qosera Mêrdînê dijî, piştî demeke dirêj ji Rûdawê re axivî û behsa xebatên xwe yên nû kir.
Xalit Tarî yê ku herî zêde bi performansa xwe ya “Kul û Kulîlk”ê tê naskirin, ji piçûkatiya xwe ve bi muzîkê re eleqedar e.
Zarokatiya wî di dîwana dengbêjan de derbas dibe. Bi vî awayî hezkirina huner û muzîkê lê peyda dibe.
Ew piştî ked û xebatên dirêj, di sala 2016an de albuma xwe ya yekem a bi navê “Sar” belav dike.
Xalit Tarî ji Rûdawê re da zanîn ku ew, 5-6 sal in li ser albuma xwe ya duyemîn dixebite, wê di demekî guncaw de albuma xwe belav bike.
Hunermendê Kurd Xalit Tarî her wiha ji muzîsyenên ciwan re pêşniyaz dike ku têkiliya xwe ya bi wêje û helbesta Kurdî re xurt bikin û bi hestên Kurdperweriyê xwe perwerde bikin.
Rêwitiyek dest pê dike gava ku radihije gîtara xwe radihîje û çavên xwe digre; vedigere nav dilê xwe û bi dengekî kûr dest bi stranê dike.
Rêwitiyeke ji dem û dewrana heyî ber bi zemanekî dûr û mekaneke din.
Zarokatiya ku di nav dengbêjan de derbas bûye
Xalit Tarî behsa zarokatiya xwe û destpêka hezkirina xwe ya muzîkê kir û got:
“Zarokatiya min di salên 1980yî de li gundekî çiyê ê Qosera Mêrdînê derbas bû.
Wê demê apê min ê li Almanyayê dema dihat gund, bi xwe re kasetên qaçax ên Ciwan Haco, Şivan Perwer û Kerem Gerdenzerî dianî.
Her wiha bavê min dengbêjan diezimand û dîwana dengbêjan durust dikir.
Wê demê me klamên dengbêjan guhdar dikirin. Hezkirina min a bi huner û muzîkê re jî wiha dest pê kir.”
Çîroka Xalit Tarî bi "Kul û Kulîlk"ê dest pê kir
Gelek kes Xalit Tarî bi vê performansa wî ya strana navdar a “Kul û Kulîlk”ê nas dike ku ew helbesta Rênas Jiyan û besteya Jan Axîn e.
An jî em wisa bêjin; Tarî bi vê şîroveya xwe li gelek kesan bû ronî û hat naskirin.
Hunermend Xalit Tarî li ser vê mijarê wiha axivî:
“Beriya çend salan min li konserekê Amedê strana `Kul û Kulîlk`ê ku besteya wê rêzdar Jan Axîn çêkiribû şîrove kir, haya gelek guhdaran wê demê ji min çêbûn.
Ez dikarim bejim ku çîroka Xalit Tarî wê demê dest pê kir. Gelek kes ji wê performansê min nas dikin û ji min hez dikin.”
Ev civata ku ji keç û xortên Kurdan pêk tê bi siûd in, lewra platforma Chalak Eventsê ku bi organîzasyonên wiha xweş bêhna Kurdên Stenbolê derdixe, roja 10ê Çiriya Pêşîn bi muzîsyen Xalit Tarî re li Cafeya Nînovayê a Taksîma Stenbolê bernameya gotûbêj û muzîkê li dar xist.
Rêzebernameya “Sohbetên Çayê 32” bi amadebûna Xalit Tarî û bi moderatoriya Leyla Işikoglu birêve çû.
Hunermendê Kurd Serhat Kural û guhdarên Xalit Tarî di bernameyê de amade bûn.
Moderatora bernameyê Leyla Işikogluyê hezkirina xwe ya ji bo Xalit Tarî re wiha anî zimên:
“Ez gelekî ji muzîk û kesayeta Xalit Tarî hez dikim. Ji loma jî gelekî bi kelecan im.
Ez dixwazim ku Xalit Tarî di pêşerojê de gelek stranan bêje û albuman çêke.”
“Xalit Tarî di muzîka Kurdî de rêçeke nû vekir”
Hunermend Serhat Kural jî Xalid Tarî wiha bi nav dike:
“Bi rastî jî Xalit Tarî di muzîka Kurdî de rêçeke nû vekir.
Ew di muzîka Kurdî de wekî çirûskeke ye, li gorî min wê ew rêçik her biçe firehtir bibe.”
Muzîsyen Xalit Tarî ji piçûkatiya xwe ve bi muzîkê re eleqedar e.
Gava hîn zarok e, di dîwana dengbêjan a bavê xwe de radibe û rûdinê. Bi vî awayî hezkirina hunerê lê peyda dibe.
Salên lîseyê, li Qoserê solîstiya koma muzîkê ya Arzebayê dike. Ev karê wî yê yekem ê nîv amatorî ye.
Piştî gelek salan, besteyên xwe, yanî gotinên stranên xwe berhev dike û di sala 2016an de berhema ya yekem a profesyonelî belav dike; navê vê albuma wî “Sar” e.
Di albumê de 8 berhem hene, ji van stranan 2 heb, helbestên şairê navdar ê rehmetî Arjen Arî ye, yên din besteyên Xalit Tarî bi xwe ne.
“Abuma duyem wê germ be"
Hunermend Xalit Tarî li ser albuma xwe ya yekem jî wiha got:
“Albuma min a ewil di sala 2016an de li Stenbolê hat weşandin.
Bi rastî jî albuma min a ewil bêyî danasîn û reklameke hat belavkirin.
Wekî bûkeke xeyîdandî derket. Lê wê albuma duyemîn `germ` be.
Wê albuma nû bi şêweya jazza Îskandînav û muzîka gelêrî a Kurdî be.”
“Ger huner di jiyana min de kêm bûya wê her tişt kêm bûye. Bi saya hunerê meriv hinekî be jî xwe li ber bargiranî û êşa xwe radigre” Wisa dibêje Tarî.
Li gorî wî “Stran hemû çîrok û serpêhatî ne.”
Pêşniyara ji bo ciwanan
Ji muzîsyenên ciwan re pêşniyaz dike ku têkiliya xwe ya bi edebiyat û helbesta Kurdî re xurt bikin û bi hestên Kurdperweriyê xwe perwerde bikin.
Nêzî 10 sal bi ser albuma wî ya ewil “Sar”ê re derbas bûne, lê ew ji ber ku muzîsyenekî ji “piyasa”ya heyî pir dûr e, xwe mecbûrî qeyd û bendên piyasaya muzîkê nabîne.
Lê helbet hezkir û guhdarên Xalit Tarî li benda stran û albumên wî yên nû ne.
Xewn û xeyalên wî
Xalit Tarî armaca xwe ya ji bo muzîka Kurdî wiha bi nav dike:
“Di muzîka Kurdî de xewn û xeyala min ew e ku muzîkeke xas a bi Kurdî ku bi şêweyên nûjen û pêşketî li ser şaristaniyeke berz û bilind bê avakirin, bipêş bikeve.”
Hunermendê Kurd ê ciwan Xalit Tarî, ev 5-6 sal in li ser albuma xwe ya duyemîn dixebite, serê xwe bi hêma, aheng û kompozisyona stranan re diêşîne.
Wê albuma duyemîn ji 9 stranan pêk were, lê wê kengî wê bê weşandin, hêj ne diyar e.
Heta wê gavê wê guhdarên wî bi stranên heyî sebra xwe bînin û li ber dengê wî yê nerm û henûn sermest bibin.