Koma Amed konsera xwe ya Enqereyê betal kir

Hewlêr (Rûdaw) - Koma Amed ragihand ku wan konsera xwe ya ku dê 30ê Kanûna Paşîn li Enqereyê bihaya lidarxistin, ji ber rewşa Rojavayê Kurdistanê betal kiriye.

Koma Amed li ser hesabên xwe yên medyaya civakî daxuyaniyek belav kir û diyar kir ku wan konsera 30ê mehê ji ber êrişên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê betal kiriye.

Di daxuyaniya Koma Amedê de wiha hat gotin:

"Guhdarên hêja yên Koma Amedê, mixabin em neçar in ku nûçeya betalkirinê careke din bi xemgînî parve bikin.

Em dîsa di pêvajoyeke dijwar û awarte re derbas dibin.

Êşa me û hêviya me ya ku tevî her tiştî me winda nekiriye di nav hev de ne.

Her çiqas rûyên herî qirêj ên cîhanê pişta xwe bidin têkoşîna bêhempa ya Kurdan a li çar parçeyan jî dilê me bi wan re lê dide."

“Ev ne destjêberdan e”

Koma Amedê di berdewamiya daxuyaniyê de bal kişand ser wateya stranên xwe û wiha pê de çû:

"Stranên me carinan îfadeya êşan in, carinan ya hêviyê, carinan ya coşa berxwedanê ne...

Carinan jî stran nayên ser ziman û ji bo ku di dem û cihê rast de bên gotin bêdeng dibin!

Ev ne destjêberdan e, ev baldarî ye ji bo mezinkirina hêvî û têkoşînê! Em bi hembêzkirineke mezin gihîştin hev.

Em dê astengan derbas bikin, em dê hêvî û heyecana xwe mezin bikin û bi agirê Newrozê re careke din bigihîjin hev."