LaWje; stranên qedîm û şêwaza nûjen

Stenbol (Rûdaw) - Yek ji grûbên muzîka Kurdî ku di salên dawîn de her navdar dibe Lawje ye. LaWje bi form û rîtma xwe ya taybet bi stranên herêma Colemergê balê bi ser xwe ve dikêşe. Koma muzîkê heta niha gelek stran, kilam û heyranok û payîzok berhev kirine, hinekên wan ji nû ve şirove kirine û pêşkêşî xelkê kirine. LaWje li Stenbolê li saloneke mezin û bi beşdariya hejmareke zêde ya muzîkhezan konsertek lidarxist.

LaWje li Stenbolê konsertek mezin lidarxist. Ew kom, taybet e bi muzîka Colemerg û Botanê. Payîzok, kilam, heyranok, şeşbendî û narînî. Fokûsa LaWje  taybet li ser van coran e.

Bijîşk Qedrî dibêje “Bi rastî em ji roja derketiye heta niha LaWje dişopînin. Tiştên xwezayî yên ji Colemêrgê derketina an jî çanda Colemêrgê yan jî ya herêmekê bi formekî cuda nîşanî me dide. Ev tiştekî taybet e. ji ber vê konser jî pir xweş derbas dibe. Ji bo wê ji hunermendan re spasdar in.”

Xanenişîn Tûran Kont got “Pir xweş bû. Ji her derê Kurdistanê, ji Colemêrgê, Kerkûkê, Rihayê, Edenê tiştek hebû.

Karker Tahîr Altundag diyar kir “Ez xelkê Rihayê me. ji Rihayê hatime vê derê, mêvan im. Ez Elî Tekbaş her tim dişopînim. Em pir jî kêfxweş bûn, konsereke pir delal bû.”

LaWje heta niha du albûm amade kirine. Bi dehan stranên gelêrî û resen ji nû ve sitirî ne. Stranên folklorîk û stîleke resen li hev disêwirîne. LaWje her kû diçe li cîhanê navdartir dibe.

Endamê Komê Serhat ragihand “Em gelek kêfxweş in ku vê muzîka xwe bi guhdarvanan re parve bikin û li gel van van stranan bibêjin. Ev stranên ji Kurdistanê tiştek wisa bikin ku guhdarvan jî bikaribin guhên xwe bidinê, bigihînin nifşên nû. Em mîsyoneke wisa dewam dikin. Em hez dikin ku konserên me zêde bibin, bigihîjin gelek mirovan.

Vokalîst Elî Tekbaş “Helbet armanceke LaWje heye ku bikaribe di çarçoveya erdê Kurdistanê de ew muzîk û muzîkalên wekî formên tên pêş çav, bi şiklekî lêkolîn bikin, derxin û wan stranan hem di navxwe de hem jî li derveyî welat bi şiklekî bidin nasîn. Niha jî wek ku dibêjin konsereke pir xweş derbas bû. Bi rastî em jî pê kêfxweş û serbilind bûn.”

Konsert ji hêla Chalak Events ve hat amadekirin. Bi sedan kes li salonê bi stranên LaWje mest bûn. Taybetiyeke komê jî cilûbergên netewî ne. Konsert bi coş û govendê bi dawî hat.