Dengê resen ê Kurdî li Orkestraya Brukselê: Awazên Kurdî bi şêwazeke klasîk

Bruksel (Rûdaw) - Li Bruksela paytexta Belçîkayê, Orkestraya Philharmonic a Brukselê bi beşdariya hunermendên Kurd, awazên Kurdî bi şêwazeke nû ya klasîk pêşkêş kirin.

Orkestraya Philharmonic a Brukselê yek ji orkestrayên herî navdar ên Ewropayê ye lê tiştê ku konserta şeva 20ê Îlona 2025an, ji konsertên berê cuda kir, ew bû ku awazên hatin lêdan, awazên resen ên Kurdî bûn.

Jenyarê viyolînê yê ji Başûrê Kurdistanê Alan Arif û jenyarê defê yê ji Bakurê Kurdistanê Şêrko Kanîwar, li gel vê orkestrayê çîroka neteweyekê bi awaz vedibêjin.

Mêvanan hol tije kiribû û bi awazên Kurdî re kêfxweş bûn.

Ev berhema muzîkê ji aliyê awazdanerekî Îraqî ve ji bo orkestrayê hatiye nivîsîn ku dayîka wî Kurd e û bavê wî xelkê Felûceyê ye.

Ew sira serkeftina berhemê bi têkelkirina kelepor û şêwaza hevdem dizane.

"Ewropî hez dikin ku muzîka me nas bikin"

Quteybe Neîmî ji Rûdawê re got, “Muzîka me muzîkeke gelekî dewlemend û curbicur e.

Ewropî gelekî hez dikin ku muzîka me nas bikin, eger bi şêwazeke zanistî û orkestrayî ya durist were nivîsandin.

Me jî niha bi şêwazeke zanistî û orkestrayî pêşkêş kir, bi awayekî ku kesekî Ewropî dikare lê bide û bi şêwaza me lê guhdarî bike, li gel parastina wê nasnameya keleporî ya ku pê heye.

Me bi şêwazeke hevdem pêşkêş kir, ev jî sira mijarê ye.”

Neîmî her wiha got, “Kelepora me jî dewlemend e, bi taybetî kelepora Kurdî; tijî reqs û curecurî ye.”

Berhemên muzîkê yên ku di konsertê de hatin lêdan, ji herêm û deverên cuda yên Kurdistanê hatibûn wergirtin û ji aliyê Alan Arif ve hatibûn hilbijartin.

"Pêşkêşkirina hemû rengên Kurdî ne hêsan e"

Li aliyê din Alan Arif ji jî li ser pêşkêşkirina muzîka Kurdî wiha got:

“Ne hêsan e ku tu di nava heft-heşt deqîqeyan de muzîka Kurdî pêşkêş bikî ku hemû reng tê de cih bigirin.

Min hewl da di vê berhemê de ku min navê wê kiriye ‘Semayên Kurdî’, cihê herêmên wekî Hewraman, Germiyan, Badînan û Kurmancî tê de çêbikim.

Eger hûn lê guhdarî bikin, hûn dê hest pê bikin. Min hewl da cihê hemûyan tê de çêkim, ji ber ku di dawiyê de em Kurd in.”

Piraniya amadebûyên konsertê xelkê Belçîkayê bûn lê Kurd ji Holenda û welatên dûrtir jî hatibûn.

Yek ji wan kesên ku ji Îrlandayê ji bo konsertê hatibû, Goran Hewramî bû ku bi xwe endezyar e û xwestiye bibe şahidê şeveke ku nayê jibîrkirin.

Goran Hewramî jî hest û kefxweşiya xwe wiha anîn zimên. “Bi rastî ez li pêş li cihekî din rûniştibûm.

Ne aliyê min ê rastê, ne yê çepê û ne jî pişta min Kurd bûn. Hemû yan xelkê vir bûn, yan jî birayên me yên Faris bûn.

Dema ku kek Alan berhema xwe ya Kurdî pêşkêş kir, bi rastî wan ji min bi coştir li çepikan xistin. Ez pir kêfxweş bûm.

Ev yek nîşan dide ku em jî di warê orkestrayê de ji miletên din ne kêmtir in û em dikarin bibin wekî wan.”

Endamên orkestrayê yên ji Holenda, Belçîka û Fransayê, li gel du solîstên ji Kurdistanê, awazên Kurdî gihandin dil û wijdanê amadebûyan.