Xelata Pênûsa Zêrîn a Cemal Nebez îsal ji dîroknasekî Bakurê Kurdistanê re ye
Hewlêr (Rûdaw) - Birêvebirê Rêxistina Rewşenbîriyê ya Cemal Nebez li ser dayîna "Xelata Pênûsa Zêrîn a Cemal Nebez" ragihand, “Me îsal xelat da dîroknasekî Bakurê Kurdistanê.”
Wergirê Xelata Pênûsa Zêrîn a Cemal Nebez a îsal diyar bû.
Birêvebirê Rêxistina Rewşenbîrî ya Cemal Nebez, Dewen Marûf ji Rûdawê re got, “Îsal cara pêncemîn e ku Xelata Pênûsa Zêrîn a Cemal Nebez tê dayîn.”
Li gorî gotina Dewen Marûf, xelat ji 2000 dolarî û pênûseke zêrîn a ku li Swîsreyê hatiye çêkirin pêk tê.
Her wiha logoya rêxistinê jî li Silêmaniyê bi zêr tê çêkirin û di merasîmekê de pêşkêşî kesekî hêja dikin.
Divê xwediyê xelatê di 9 waran de kar kiribe
Dewen Marûf diyar kir ku desteyeke akademîk a ji sê kesan pêk tê, xwediyê xelatê ji nav 65 kesayetî û 25 saziyên çandî hildibijêre û got:
“Pêwîst e kesê ku tê destnîşankirin di wan 9 waran de kar kiribe ku Mamoste Cemal Nebez tê de xizmet kiriye.”
Mamoste Cemal Nebez xwediyê zêdetirî 120 pirtûk, lêkolîn û gotaran e.
Warên ku Mamoste Cemal Nebez tê de kar kiriye ev in: Werger, wêje û rexne, ferheng, rojnamegerî, lêkolîna zanistî, ferhengnasî, zimanvanî, dîrok û lêkolîna wêjeyî.
Xelatgirên çar salên borî
Xelata Pênûsa Zêrîn a Cemal Nebez di çar salên borî de li van sazî û kesayetiyan hatiye dayîn:
1 - Dîroknasê ji Kurdistana Sor Prof. Dr. Celîlê Celîl.
2 - Fîlozof û Kurdnasê Holendî Michiel Leezenberg.
3 - Enstîtuya Kelepûrî ya Kurdî, ku xwediyê wê Mezher Xaliqî ye.
4 - Zimanzan û nivîskarê Kurd Prof. Dr. Wirya Omer Emîn.
Birêvebirê Rêxistina Rewşenbîrî ya Cemal Nebez dibêje, "Mecbûr nîne ku ew kesên ku em xelatê didin wan Kurd bin; ya girîng ew e ku xizmeta Kurdan kiribin."
Dewen Marûf her wiha got, “Xelata her salekê bi navê kesekî ye. Xelata yekem bi navê Mamoste Nebez bi xwe bû.
Ya duyem bi navê Dr. Cemal Ehmed Reşîd bû, ya sêyem bi navê Cemîl Rojbeyanî bû, ya çarem bi navê Beşîr Muşîr bû. Me ev jî bi navê Îbrahîm Ehmed kiriye.”
Dewen Marûf derbarê kesê ku ji bo xelata îsal hatiye destnîşankirin wiha got:
“Li gorî biryarê îsal dîroknasekî mezin ê xelkê Bakurê Kurdistanê dê xelatê wergire û em dê 11ê Çiriya Pêşîn a 2025an di merasîmekê de li Silêmaniyê navê wî eşkere bikin.”
Cemal Nebez sala 1933yan li Silêmaniyê ji dayîk bûye û 8ê Kanûna Pêşîn a 2018an li Berlînê koça dawî kir.