Mîkaîl Aslan albumeke nû belav kir: Masumo Pak
Hewlêr (Rûdaw) - Strana ewil a bi navê “Kamî rê /Ji kê re” ya ji albûma 11an a stûdyoyê ya hunermendê Kurd Mîkaîl Aslan a bi navê “Masumo Pak” li ser platformên dîjîtal gihîşt guhdaran.
Gotinên stranê yên Usênê Qeremanî (Mehmet Çetin) ne.
Muzîka wê jî ji aliyê Mîkaîl Aslan û Olcay Bozkurt ve hatiye çêkirin.
Li gundê Seyîd Riza hat kişandin
Klîba stranê li herêma Lertîgê û li gundê Seyîd Riza Axdatê û derdora wê yên Dêrsima Bakurê Kurdistanê hatiye kişandin.
Ev erdnîgariya ku bi Seyîd Riza tê naskirin, di klîbê de paşxaneyeke dîrokî û balkêş pêşkêş dike.
Derhêneriya klîbê Veysel Kilinç kiriye û klîb di şert û mercên zivistanê de hatiye kişandin.