Xelatgirên Festîvala Fîlmên Kurdî ya Hamburgê diyar bûn
Hewlêr (Rûdaw) - Xelatfirên Festîvala 16emîn a Fîlmên Kurdî ya Hamburgê ya ku li Almanyayê hat lidarxistin diyar bûn.
Di festîvalê de fîlmên Kurdî yên Rojhilat û Bakurê Kurdistanê eleqeyeke mezin dît û xelatên herî zêde jî ji derhênerên van parçeyan re çûn.
Festîvala 16emîn a Fîlmên Kurdî ya Hamburgê bi merasîma xelatdayînê ya ku 22yê Çiriya Paşîn hat lidarxistin serkeftiyên xwe diyar kirin.
Beriya merasîmê 5 kurtefîlm ji bo temaşevanan hatin nîşandan û piştre xelatgirên ku juriyê diyar kiribûn hatin eşkerekirin.
Îsal di festîvalê de bi taybetî giraniya sînemaya Kurdî ya Rojhilat û Bakurê Kurdistanê hat hîskirin.
Xelatên kurtefîlman çûn Rojhilatê
Di festîvalê de xelata "Kurtefîlmê Herî Baş" ji bo fîlmê "Xelîl" ê derhênerê Rojhilatî Seyed Payam Huseynî hat dayîn.
Juriya festîvalê her wiha fîlma "The Plain Sings" a derhêner Gîta Feyzî ya ji Rojhilatê Kurdistanê jî hêjayî "Xelata Rêzgirtina Taybet" dît.
Di kategoriya belgefîlman de jî çîrokên bihêz ên derhênerên Kurd ên ji Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê bala juriyê kişand.
Belgefîlma "Vartînîs" ê ku Celîl Badikanli û Ozlem Dîler derhêneriya wê kiriye, xelata "Belgefîlmê Herî Baş" wergirt.
Belgefîlm behsa komkujiya 3yê Çiriya Pêşîn a 1993yan a li navçeya Vartînîsê yê Mûşê dike ku tê de 9 kesên ji heman malbatê hatibûn kuştin.
"Xelata Taybet a Juriyê" ya vê kategoriyê jî ji bo belgefîlmê "Bîra Sûrê" ê derhêner Azad Altay hat dayîn ku çîrokeke ji Amedê tîne ser perdeyê.
Piştgirî ji bo ciwanan
Komîteya festîvalê xelata ku bi armanca teşwîqkirina sînemagerên ciwan tê dayîn, pêşkêşî çêkera ciwan a ji Swîsreyê Selîn Besiliyê kir.
Merasîma xelatdayînê rojek beriya bidawîhatina festîvalê hat lidarxistin û Festîvala 16emîn a Fîlmên Kurdî ya Hamburgê 23yê Çiriya Paşîn bi nîşandana du belgefîlmên dawî bi dawî bû.