Ji bo xatirê evînê malik li hev mîrat kirin: 934 birîndar

Hewlêr (Rûdaw) - Festîvala Gotmarê ji efsaneyeke evîndariyê derketiye û "Şerê bi keviran" festîvalek e ku bi sedsalan didome.

Li navçeya Pandhurnayê ya eyaleta Madhya Pradeshê ya Hindistanê, di festîvala salane ya keviravêtinê ya bi navê "Gotmar" de zêdetirî 900 kesî birîndar bûn ku birînên 5 kesan xedar in.

Her sal di 23yê Tebaxê de welatiyên du gundan ji bo vejandina vê kevneşopiyê bi keviran êrişî hev dikin.

Di vê kevneşopiya ku bi sedsalan e didome de, gundiyên ji Pandhurnayê û gundê cîran Sawargaonê li du berên Çemê Jaamê kom dibin û keviran davêjin hev.

Armanca festîvalê ew e ku alayeke ku li ser darekê di nava çem de hatiye daliqandin, were bidestxistin.

Çîroka festîvalê

Li gorî efsaneyê, ev festîval ji çîroka xortekî ji Pandhurnayê û keçeke ji Sawargaonê derketiye ku dixwestin bi hev re birevin.

Dema ku ew bi hev re ji çem derbas dibûn, gundiyên Sawargaonê kevir li wan reşandin heta ku gundiyên xort alîkariya wî kir.

Welatiya bi navê Achchal Chowriyê çîroka festîvalê wiha vedibêje:

“Kurekî ji Pandhurnayê hebû ku keçeke ji Sawargaonê evîndara wî bû. Ew ji malê reviyan ji bo ku bi hev bizewicin. Ev Çemê Jamê ye.

Dema ku ew li nêzîkî çem diçûn, malbatên wan ew nas kirin û wan kevir li hev reşandin. Piştre her du jî mirin. Wê rojê perestgeha Chandika Mata hate damezrandin.”

Bi sedsalan ev çîrok veguheriye festîvala Gotmarê.

Festîval piştî merasîmeke olî ya li ber peykerê Xwedawend Chandika dest pê dike û komên dijber li ber çem cihên xwe digirin.

600 polîs, 58 bijîşk û 200 karmendên tenduristiyê

Her çi qasî berê di festîvalê de alavên wekî kevir dihatin bikaranîn jî niha di bin çavdêriya tund a polîsan de bi rê ve diçe.

Ji bo parastina beşdaran, 58 bijîşk û 200 karmendên tenduristiyê li 6 navendên tenduristiyê yên demkî hatin bicihkirin. Her wiha 600 polîs jî li herêmê amade bûn.

Welatiyê bi navê Naresh Bal Pandey metirsiya festîvalê wiha tine ziman:

“Em ditirsin ku li vir bilîzin, ji ber ku ev lîstikek kujer e. Ciwan, kal û pîr û cotkar vê dilîzin, ew dixwazin kevneşopiya vê festîvalê bidomînin.”

Li gorî rayedaran, îsal di festîvalê de 934 kes birîndar bûn ku rewşa 5an ji wan giran e û ew ji bo Nexweşxaneya Nagpurê hatin şandin.

Ji bilî ziyanên canî, ziyanên madî jî çêdibin. Welatî dibêjin ku xaniyên wan ên ji axê ji ber keviran xera dibin.

Di 68 salan de zêdetirî 10 kesan canê xwe ji dest daye

Her çi qasî di salên dawî de hewl tê dayîn ku festîval bi awayekî ewle bi rê ve biçe jî, festîvala Gotmarê hîn jî wekî çalakiyeke bi nîqaş tê dîtin.

Li gorî tomaran, di navbera salên 1955 û 2023yan de zêdetirî 10 kesan di bûyerên girêdayî Gotmarê de canê xwe ji dest daye.