Hejmara nû ya LEWergerê bi temaya şer derket
Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Amedê yê Bakurê Kurdistanê, hejmara 12an a kovara taybet bi wergera helbestan "LEWerger" derket pêşberî xwîneran.
Kovara LEWergerê ev hejmara xwe ya nû bi taybetî ji temaya Şer an Mirinê re veqetandiye.
LEWerger kovareke taybet e û barê wergerandina helbestên ji zimanên cuda cuda yên cîhanê ji bo zimanê Kurdî girtiye ser milê xwe.
LEWerger her çar mehan carekê derdikeve.
Hejmara 12an a mehên Gulan - Hezîran - Tîrmeh û Tebaxa 2026an e.
LEWerger bi temen jî derbasî sala xwe ya 5emîn dibe.
Hejmara 12an a kovara LEWergerê ji 64 rûpelan pêk tê û wergerên ji gelek zimanên cîhanê li xwe digire.
Di nav zimanên ku werger ji wan hatine kirin Îtalî, Swêdî, Bûlgarî, Ermenî, Erebî, Fransî, Almanî, Rûsî, Îngilîzî, Farisî, Spanyolî û hin zimanên din hene.
Kovar bi Kurmanciya jorîn û jêrîn û Kirmanckî (Zazakî) wergeran diweşîne.
Di vê hejmarê de, helbestên gelek helbestkarên navdar ên cîhanê hatine wergerandin û di kovarê de cih girtine.
Helbest ji aliyê wergêrên Kurd ên nola Samî Hêzil, Newzad Valêrî, Guven K., Seyrana Celad, Arya Bayram, Cihan Kaynar, Alîşêr, Ciwan Qado, Tengezarê Marînî, Seyîdxan Kurij, Vrezh Kosayan, Azad Rêbiwar, Dîlan Şewqî, Nûwar, Yeqîn h., Alan Hemo, Besam Mistefa, Azad Ekkaş, Jaff, Jiyar Homer û hin wergêrên din ve li zimanê Kurdî hatine wergerandin.
Mijara hejmara 12an "Şer" e
Komîteya weşana kovarê, di pêşgotina xwe ya hejmara 12an de vê hejmara LEWê diyarî xelkê Kobaniyê, Rojava û Rojhilat dike û dide zanîn ku mijara Şer an Mirinê cihê navendî di vê hejmarê de digire.
Kovar di pêşgotina xwe de dibêje “Şer her çend bi wateyeke xwe xîret, berxwedan û halan be jî encam bivê nevê şewat û xwîn, warwêranî û talan e.
Şer xwedî dengekî çors e, bi himehim dibêje; xedar e, bi sorçoqî xwîna sor dirêje; ne dihêle do bimîne do, ne jî dihêle îro xwe bigihîne sibehê: Bi xwe qut û qalind e lê jana ku jê dimîne; zirav û dirêj e..
Di vê hejmarê de me hewl da ku ji wêjeya welatan guldesteyekê ji zêmar û helbestên li ser şer û mirinê bikin milkê Kurdî: Spas û silav li keda wergêrên LEWê.”
Komîteya weşanê di dawiya pêşgotina xwe de spasiya sponsorên vê hejmarê jî dike û wiha dibêje:
“Û gotina dawîn: Spasiyeke ji dil ji bo sponsorê me yê sala 2026an (sponsorê hejmara borî, vê hejmarê û hejmara bê!) xemxurê peyv, ax û ava Kurdî hêja Faruk Muhsinoglu.
Ji bo vê piştevaniya çak em malavahiyê lê dikin. Bi hêviya ku xemxurên wiha daîm bin û bazara Kurdî roj bi jor pê geştir bibe.”
Komîteya weşana kovarê ji van kesan pêk tê: Miradê Miradan, Berfîn Huseynî û Yeqîn H.
Edîtorên vê hejmara 12an jî ev in: Yeqîn h., Samî Hêzil, Alan Hemo, Aysel Tabak, Aydin Ekîn, Seyîdxan Kurij, Ebas Mûsa û Tengezar Marînî ne.
Redaksiyona vê hejmarê jî bi vî rengî ye: Kurmancî: Miradê Miradan, Berfîn Huseynî, Yeqîn h. Xwendina dawîn: Osman Bozkurt. Kirmanckî: Seyîdxan Kurij. Soranî: Besam Mistefa.
Helbestek ji kovarê
Wergêra Kurd Seyrana Celad helbesta "Mirinê bi bîr bîne" ya Gevorg Emin ji zimanê Ermendî wergerandiye, teksta wê ev e:
Her tim mirinê bi bîr bîne
bi bîr bîne lê ne seba girî
da ku tu bizanibî
ka çi qas maye... bikenî
û... dilşad bî.
Her tim mirinê bi bîr bîne
ne bo tu bifikirî ku hewldanên te bêwate ne
lê bo ecelê bi bîr bîne
heya ku kar hebe di bin heyvê da...
Û bêxîret û bêxebat
virda wêda negere
di wan odeyan da...odeyên ku tu difikirî yên te ne.
Sibê, di ya herî biçûk an mezin da
tu yê jî serî daynî... li ser têxt
di tabûteke nû da
bo ku bibî toz;
her bi tenê tê bêyî bibîranîn
di nava şînan, xeber û gotinan da.
Her tim mirinê bi bîr bîne
bo ku bi bîr bînî ka çima
û dixwazî çi bikî di vê dinyalikê da...
Xwîner dikarin bi rêya Pirtûka Kurdî kovara helbestan a LEWergerê bidest bixin.