Ferhad Şakelî helbestên Gustavsson dike Kurdî

Hewlêr (Rûdaw) - Nivîskar û wergêrê Kurd Ferhad Şakelî kitêbeke hozanvan û nivîskarê Swêdî Bo Gustavsson werdigerîne zimanê Kurdî û dibêje: “Kitêb ji çend helbestên bijarte yên wî helbestvan û nivîskarî pêk tê.”

Ferhad Şakelî ji Rûdawê re ragihand ku navê kitêbê “Ez di nav mirinê de ber bi payîzê ve diçim” e û ji 138 rûpelan pêk tê û ji aliyê Bo Gustavsson ve hatiye nivîsîn û wî wergerandiye zimanê Kurdî (Kurmanciya Jêrîn - Soranî) û dê ji hêla Weşanxaneya Balinde ve bê çap û belavkirin.

Kitêb ji çend helbestên bijarte yên helbestvanê Swêdî yê navdar Bo Gustavsson pêk tê. Şakelî di vî warî de dibêje: “Hevnasîna rasterast di navbera min û hozanvanê Swêdî Bo Gustavsson de, berî 12 salan dest pê kir. Min berê navê wî bihîstibû û hin hozanên wî xwendibûn. Min dizanîbû ku pêwendiyeke wî ya baş bi çanda rojhilatî, îslamî, erebî û farsî re heye. Paşê dema me hev ji nêzîk ve nas kir, hin kitêbên xwe pêşkêşî min kirin û car caran jî dihat ba min li Zanîngeha Uppsala yan em bi hev re diçûn nav bajarê Uppsalayê û li qehwexaneyekê rûdiniştin. Ji pêşî ve em fikirîn gelo çima em pêk ve hinek karên çandî û wêjeyî nakin."

Herwisa derbarê giringî û bihayê helbestên Gustavsson, Şakelî got: "Helbestên wî zehmet in. Mirov nikare bi xwendina yekem bi ser hemû aliyên helbesta wî ve bibe. Divê mirov her helbesteke wî çend caran bixwîne.”

Şakelî di pêşgotina ku di kitêbê de nivîsiye, li ber bihayê helbestên Gustavsson radiweste û dibêje: "Gustavsson gelek caran metafor û wêneyên xwe yên şiîrî ji xweza yan metolojiya rojava werdigire. Ev dijwariyekê çêdike, bi taybetî bo xwînerekî rojhilatî ku ne şarezayê wê çandê û wan sembolan be. Giraniya şiîra Gustavsson ne tenê ji vê peyda dibe, lê sedemeke din jî ew e ku wêneyên wî yên şiîrî, wek ku rexnegirê strukturalîst ê navdar Kemal Ebûdîb jê re dibêje pirralî ne. Ev pirralîbûn, wek nimûne, di helbestên Melayê Cizîrî û Nalî û Mehwî de berçav dibe, lê di helbestên Goran û Hêmin de nîne. Pirraliya ziman ji pirraliya bîr û xeyal û dîtinê dertê û rehekê wê diçe ser felsefele û îdeolojiyê jî.”

Herwisa Bo Gustavssonê 74 salî li ser wergera Şakelî wisa dibêje: “Cihê dilxweşiya min e ku niha bijarteyeke helbestên min bi zimanê Kurdî û bi wergera Ferhad Şakelî tê belavkirin. Ez hêvîdar im û di wê baweriyê de me jî ku li Kurdistanê xwînerên van helbestan hene. Li wir amadebûn û pêşwaziya bo helbesteke bixwaze ji nû ve rastiyeke din bibîne, berfireh e. Ev rastiyeke divê hertim ji nû ve bê dîtin, çimkî berdewam tê afirandin û çêdibe."

Bo Gustavsson nivîskarê peyama balinde ye bo roja cîhanî ya helbestê ku 21ê adara 2020an belav bû.

Wergêr, helbestvan û akademîstê Kurd Ferhad Şakelî sala 1951ê li Kifriya Başûrê Kurdistanê ji dayik bû û helbestvanekî Kurd ê navdar e.