Dengbêja Kurd a Êzidî Eda Mehdoyê koça dawî kir
Hewlêr (Rûdaw) - Dengbêj û çîrokbêja navdar a Kurd a Êzidî Eda Mehdoyê di nêzîkî 100 saliya xwe de li Almanyayê koça dawî kir.
Li gorî zanyariyan Eda Mehdoyê ji ber nexweşiya dil û pîrbûnê canê xwe ji dest da.
Dengbêj û çîrokbêja navdar a Kurd a Êzidî Eda Mehdo ya ji navçeya Wêranşarê a parêzgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê li bajarê Wilhelmshavenê yê Almanyayê canê xwe ji dest da.
“Dê li Wêranşarê bê veşartin"
Yaşar Burçê mirovê Eda Mehdoyê ji Rûdawê re axivî û got:
“Dayika Eda Mehdo roja Duşemê 25ê Tebaxê li Almanyayê canê xwe ji dest da.
Şîna wê roja Duşem û Sêşemê li bajarê Bad Fallingbostelê yê Almanyayê hat danîn.
Dê cenazeyê wê bişînin welat. Li welêt dê roja Pêncşemê li gundê Bircê yê Wêranşarê bi axê bê spartin.”
Temenê Eda Mehdo bi temamî nayê zanîn, lê li gor Yaşar Burç ew di navbera 95 û 100 salî de bû.
Eda Mehdo ya ku di nav Kurdên Êzidî de wekî “Dayika Eda Mehdo” dihat zanîn li gundê Kevirbelê yê Wêranşara Rihayê ji dayik bûbû û zaroktiya xwe li wê derê derbas kiribû.
Koça Almanyayê
Piştî ku zewicîbû li gundên Bircê û Balûcê yên Wêranşarê jiyabû û di dawiya salên 80yî de li gel malbata xwe koçî Almanyayê kiribû.
Tevî ku koça Almanyayê kiribû jî ti carî pêwendiya xwe ji Kurdistanê qut nekir û berdewam serdana Wêranşarê dikir.
Di çend salên dawî de li gundê Bircê xaniyek ji xwe re ava kiribû û li wê derê dima.
Eda Mehdo du zewac kiribûn û zewaca yekem lawikek û zewaca duyem jî 3 law û 3 keçên wê hebûn.
Lawê wê yê ji zewaca yekem canê xwe ji dest daye.
"Em nebin yek ti dewlet ji me çênabe"
Di kilam û gotinên xwe de berdewam şîreta tifaq û yekitiyê li Kurdan dikir û di hevpeyvîneke xwe de gotibû:
“Gelê Kurd wanî nabe, heta em nebin yek ti dewlet ji me çênabe. Eger em li ber xwe nedin em dê herin (tine bibin.)”