Ferhenga Nûjen bi 4 bergan hat çapkirin
Hewlêr (Rûdaw) - Ferhenga Nûjen ku ji aliyê Ezîz Akreyî ve hatiye nivîsandin, ji nû ve hat çapkirin û belavkirin.
Ezîz Akreyî ku sala 1998an koça dawî kiribû, di Ferhanga Nûjen de sûd ji hemû şêwezarên zimanê Kurdî wergirtiye û xwe tenê bi şêwezarekê ve girênedaye.
Nivîskar Ezîz Akreyî ku alfebeya latînî ji bo Kurdî guncawtir didît, di Kurdî de tîpên latînî bikar anîne û pêştir jî di salên 60î de hewl daye ku Kurdî bi alfabeya latînî binivîse.
Ev ferheng berhema kar, xebat û lêkolînên Ezîz Akreyî ye ku ji salên 60î ve birêve birin heta dema koça xwe ya dawî. Akreyî li gel erkê Pêşmergayetî karê pêkanîna vê ferhengê jî xistibû ser milên xwe.
Ferhenga Nûjen li du beşên Kurdistanê, Başûr û Rojava, bo her kurdekî Erebîzan sûdeke zêde heye û alîkareke baş e.
Vegotina çîroka vê ferhengê ne karekî hêsan e, ji derveyî welat bo welat hatiye veguhastin, hatiye taypkirin û hatiye veguhastin bo ser kompîturê li ser erkê Karwan Akreyî ku birayê Ezîz Akreyî ye, wek wefadariyek ji bo Ezîz Akreyî û ji bo xizmetkirina bo ziman û ferhenga Kurdî hatiye çapkirin.
Ezîz Akreyî di pêşgotina bergê yekem ê vê ferhengê de dibêje, “Min dest bi amadekirina vê ferhenga dewlemend kir, ji ber ku ez di wê baweriyê de me ku eger temam bikim, rewşenbîriya Kurdî çend salan bi pêş dikeve û zimanê me jî ji metirsiya jinavçûnê diparêze. Ji ber ku ev ferheng dibe hevkarekî xwendekaran bo wergirtina zanyariyên zanista ziman û zarave zanistî û teknîkên wê, bi taybetî ku hinek ji wan heta niha di ti ferhengên Kurdî de nehatine nivîsandin.”
Ezîz Akreyî di dawiya pêşgotina Ferhenga Nûjen de hêviya xwe tîne zima ku ev ferheng “peyama xwe bigihîne di xizmetkirina zanist û zanyariyê de û hevkar be di pêkanîna hevtêgihiştineke dostane û birayene di navbera Kurdîaxêv û Erebîaxêvan de.”
Ferhenga Nûjen, ferhengekehe Erebî-Kurdî ye û ji 4 bergan pêk tê û li gel hev 2 hezar û 982 rûpel e.
Ezîz Akreyî ku sala 1924an ji dayîk bû û sala 1998an jî koça dawî kir, 6 pirtûkên çapkirî hene, herwiha 8 pirtûkên çapnekirî jî li pey xwe hiştin ku 2 ji wan ferheng in; Ferhenga Îngîlîzî-Kurdî, Ferhenga Îngîlîzî-Kurdî (Bi wêne).