Nivîskarê bê dest û ling: Çîroka berxwedana Abbasê Êlihî û 20 pirtûkên wî
Êlih (Rûdaw) - Abbas Karabulutê ji Êliha Bakurê Kurdistanê, di 3 saliya xwe de ji ber derziyeke şaş bû astengdar.
Tevî ku nikare dest û lingên xwe bi kar bîne û neçûye dibistanê, wî xwe fêrî xwendin û nivîsandinê kir û heta niha 20 pirtûk nivîsandine.
Abbas Karabulutê 40 salî, çîrokeke bêhempa ya serkeftin û berxwedanê ye.
Dema ew hîn 3 salî bû, ji ber nexweşiyekê ew rakirin nexweşxaneyê, lê derziya ku ji bo şîfayê lê hat xistin, bû sedema felcbûna wî ya heta hetayê.
Ew nikare bimeşe û nikare destên xwe bi kar bîne, lê van astengiyan nekarî rê li ber xeyalên wî bigirin.
Ji sala 2009an ve dest bi nivîsandina pirtûkan kiriye û heta niha yek jê bi Îngilîzî, 20 pirtûk çap kirine.
Niha jî pirtûkeke wî ya helbestên Kurdî li ber çapê ye.
"Bijîşkekî nezan derziyek li min xist"
Abbas Karabulut behsa serpêhatiya xwe ya tal kir û got:
"Ez hîn 3 salî bûm bijîşkekî nezan derziyek li min xist û ez ketim vî halî.
Ji xeynî min hinekên din jî wisa bûn, wan rehmet kir lê ez tenê mam."
Tevî ku qet neçûye dibistanê, Abbas li malê fêrî xwendin û nivîsandinê bûye.
Pirtûkên xwe di hişê xwe de rûpel bi rûpel amade dike, bi devkî dibêje û endamekî malbatê jî gotinên wî li ser telefonê dinivîse û dike dosye.
"Min dît tenê serê min dixebite"
Karabulut diyar kir ku li gundê wan dibistan tunebû û wiha behsa destpêkirina nivîskariyê kir:
"Li gundê me dibistan tunebû. Ji xwe hebûya ez dê biçûma. Zarokên heval û apên min 5 kîlometreyan peyatî diçûn dibistanê.
Dem derbas bû ez bûm 15 salî, min dît ku ez tiştekî nekim ez dê di gund de bimînim û kes dê nizanibe Abbas heye an tune ye.
Min ji xwe re got ez çi bikim? Min dît tenê serê min dixebite, min got ez dikarim çi bikim? Tenê dikarim pirtûkan binivîsim."
Abbas ji ber ku nikare pênûsê bigire, dema nivîsandinê kîjan endamê malbatê vala be, dibe dest û pênûsa Abbas heta ku pirtûk temam dibe.
"Bila zimanê me neyê jibîrkirin"
Abbas Karabulut bal kişand ser girîngiya zimanê Kurdî û got:
"Niha heke ez bi Kurmancî neaxivim, biraziyên min û yên dora min dê Kurmanciya xwe ji bîr bikin.
Îca tenê yek daxwaza min heye; ez dibêjim bila zimanê me neyê jibîrkirin. Navê pirtûka min a nû jî 'Em Jî Hene' ye."
Pirtûkên Abbas bi giranî helbest û ceribandin in. Hinek helbestên wî ji aliyê hunermendan ve hatine awazkirin û kirine stran.
"Jiyana min jî wekî navê min e"
Dayîka Abbas, Perîşan Karabuluta ku kurekî wê di qezaya trafîkê de canê xwe ji dest daye, hemû hêviya xwe bi Abbas ve girê daye.
Perîşan Karabulutê got, "Navê min Perîşan e, jiyana min jî wekî navê min e. Abbas hem kurê min e, hem birayê min e û hem hevalê min e.
Saeta ku ez Abbas nebînim sebira min nayê. Çimkî ev 40 sal in em bi hev re ne."
"Em jê re dibin dest û ling in"
Biraziya Abbas, Hîranûr Karabulut jî apê xwe wekî mînakekê dibîne û dibêje:
"Dest û lingên wî tunene, em jê re dibin dest û ling. Her tişt di aqil de diqede. Ew ji min re nimûneyeke baş e.
Bi xêra wî ez pirtûkan dixwînim, ez dibistana xwe didomînim. Bi rastî ew ji min re dibe mînak."
Çîroka Abbas çîrokeke nimûne ya berxwedan û serkeftinê ye.
Li hember ezmûnên giran yên jiyanê heta dawiya emre xwe ew dixwaze bi pirtûkên xwe rê li ber mirovan bixe û bi stranên xwe jî kul û kederên jiyanê bihûne.