Stranbêja Kurd Nesrîn Hemê wefat kir

Hewlêr (Rûdaw) - Hunermenda Kurd a ji bajarê Serê Kaniyê ya Rojavayê Kurdistanê, Nesrîn Mihemed ku bi Nesrîn Hemê jî dihat naskirin, bi sedema celteya dil koça dawî kir.

Nesrîn Hemê, keça hunermendê Kurd Hemê Ebû Zêd bû û duh Sêşemê 27ê Çile li bajarê Serê Kaniyê (Ceylan Pinar) yê Bakurê Kurdistanê bi sedema celteya dil û di temenê 30 saliyê de wefat kir.

Hemê Ebû Zêd bavê wê hunermenda stanbêj, ji Rûdawê re ragihand, Nesrînê roja Sêşemê di dema zayîna zaroka xwe ya sêyem de li nexweşxaneyeke Tirkiyê tûşî celteya dil bû û wefat kir.

Bavê Nesrînê herwiha got, temenê keça wê 30 sal bû û 3 zarokên wê hene, ku zaroka sêyê nû ji dayik bûye û rewşa tendirustiya wê baş e.

Ew hunermenda jin a Kurd di destpêka rêya hunera xwe de bû û mirina wê di temenekî genc e de bûye sedema xemgîniya gelek kesan û bi taybet alîgir û hezkiriyên dengê wê.