10 pirtûkên ji klasîkên cîhanê yên zarokan bi Kurdî hatin çapkirin

Hewlêr (Rûdaw) - Weşanxaneya Aram 10 pirtûkên ji klasîkên zarokan ên cîhanê wergerandin ser zimanê Kurdî û ew pirtûk çap û weşandin.

Pirtûkên taybet bi zarokan ên ku ji aliyê Weşanxaneya Aram ve bo ser zimanê Kurdî hatine wergerandin, ev in: Tom Sawyer, Pollyanna, Robîn Hood, Kontê Monte Krîsto, Ger û Geştên Gullîvero, Pînokyo, Oliver Twîst, Kemanjenê Piçûk, Masîreşkê Biçûk û Gera Li Dor Dinyayê Di 80 Rojan De.

Ew pirtûk ji zimanê Tirkî bo ser zimanê Kurdî hatine wergerandin.

Redûr Dîjle edîtoriya wan pirtûkan kiriye ku ji aliyê wergêrên cuda ve bo ser zimanê Kurdî hatine wergerandin.

Ew pirtûkên zarokan ji xêzan pêk tên û berg û naverokên pirtûkan ji aliyê karîkatorîst Dogan Guzel ve hatiye xêzkirin.

Weşanxaneya Aram, herwiha Çîroka Çiyayekê ya Élisée Reclus a bi wergera Canan Coşkan jî çap kiriye. Wekî din, pirtûka helbestan a Mustafa Gezgor, Piştî Demê, jî ji aliyê heman weşanxaneyê ve hatiye çapkirin.

Weşanxaneya Aram sala 1998 li bajarê Stenbolê yê Tirkiyê hatiye damezrandin û heta niha zêdetirî 500 pirtûk bi herdu zimanên Kurdî û Tirkî çap kirine.

Herwiha dewleta Tirkiyê 92 pirtûkên wê weşxanxaneyê xistine lîsteya qedexeyê.