Tabloyên Kurdî li Enqereyê: Çîrokên dayîkan bûn huner
Enqere (Rûdaw) - Pêşangeha 12emîn a Hunerî ya Navneteweyî ya Enqereyê ku wekî ArtAnkara tê naskirin tê lidarxistin.
Salên borî hejmareke zêde ya hunermendên Îranî beşdarî vê pêşangehê dibûn lê îsal ji ber rewşa welatê xwe nekarî beşdar bibin.
Wekî her sal îsal jî hunermendên Kurd bi tabloyên xwe di pêşangehê de amade bûn.
Çîrokên Kurdî di tabloyên Kemal Ulutaş de
Kemal Ulutaş Kurdekî ji Serhedê ye. Ew bi çîrokên Kurdî û bi dengê kilamên Radyoya Êrîvanê mezin bûye.
Yek ji çîrokên ku bandoreke mezin li wî kiriye, çîroka evîna Tamaraya keça keşîşê Dêra Axtamarê ya Wanê û ciwanekî Kurd e.
Kemal Ulutaş niha wan çîrokan dinexşîne û herî dawî jî beşdarî pêşangeha hunerî ya navneteweyî ya Enqereyê bû.
Wênesaz Kemal Ulutaş got, “Bi giştî li pişt resmên min çîrokên Kurdan hene.
Di dema zarokatiyê de dayîka min û dapîra min ji min re çîrokên Kurdî digotin.
Ew hemû di bîra min de ne. Dema ez karekî hunerî dikim ev yek bandorê lê dike.
Li pişt karê min ê hunerî wêje û dîroka Kurdan heye. Min ev tablo bi 250 hezar lîreyî firot. Wate bihayê wê 250 hezar lîre ye.”
Konsept: Bi hêza hunerê aştî
Zêdetirî 1500 hunermend û galeriyên hunerî beşdarî pêşangehê bûn.
Konsepta pêşangeha îsal jî “bi hêza hunerê aştî” bû.
Hunermend Yetkîn Yagcî li ser giringiya hunerê got:
“Mixabin li cîhanê şer heye û zarok dimirin. Em ji ber rewşa heyî gelekî aciz in
Em hewl didin bi hunera xwe cîhanê aram bikin. Wekî hunermend tiştê ji destê me tê ev e.”
Mêvanên ji El Salvadorê
Di pêşangehê de hunermendên ji 45 welatên biyanî beşdar bûn.
Yek ji mêvanên rûmetê jî welatê El Salvadorê bû.
Balyozê El Salvadorê û berpirsên balyozxaneyê jî di pêşangehê de amade bûn.
Balyozê El Salvadorê Hector Enrique Jaime Calderon diyar kir ku ew cara ewil e beşdarî vê pêşangehê dibin û kêfxweşiya xwe anî zimên.
Şêwirmenda Karên Hunerî ya Hikûmeta El Salvadorê Irma Elizabethê jî got:
“Hûn bi xêr hatin standa Balyozxaneya El Salvadorê. Em çand û hunera welatê xwe didin nasandin.
Derfeta xelkê heye ku her du hunermendên me Fernando York û Miguel Angel Ramirez nas bikin.”
8 hezar berhem tên nîşandan
ArtAnkara îsal cara 12emîn hat vekirin û beşdariya xelkê li gorî salên borî zêdetir bû.
Mêvana pêşangehê Perîhan Ayderê got, “Eleqeyeke gelekî zêde heye.
Li Enqereyê hunerhezên gelekî taybet hene. Berhemên ku beşdar bûne gelekî hêja ne.”
Nêzîkî 8 hezar berhem di pêşangehê de hatin nîşandan.
Pêşbînî tê kirin ku îsal bi giştî 85 hezar kesî serdana pêşangehê bikin.