Meydana Şêx Seîd mazûvaniya weşangerên Kurd dike
Hewlêr (Rûdaw) - Li Meydana Şêx Seîd Ameda Bakurê Kurdistanê Pêşangeha Pirtûkên Kurdî tê lidarxistin.
Pêşangeha ku ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê û Yekîtiya Weşangerên Kurd YEWKURDê ve bi şirîkî tê lidarxistin, vê carê li cihê herî navendî yê Amedê li Qada Şêx Seîd hatiye vekirin.
Sekreterê YEWKURDê Jîhat Rojhilat li ser pêşangehê got, "Bi tevahî 31 weşanxane ku endamê me ne, endamên YEWKURDê ne, ew beşdar bûne.
Di 27ê mehê de dest pê kir, heta 1ê Hezîranê dewam dike. Derdora 20 bername hene. Gelemperî bi Kurdî ne. Li vê qadê dengê Kurdî olan dide."
Hemû babet pirtûkan Kurd in
Di pêşangehê de hemû pirtûk an bi Kurdî ne an jî derbarê Kurdan de ne. Hinek pirtûk bi zimanê Tirkî jî bin mijarên pirtûkan dîsa her Kurd in.
Xwediyê Weşanên Dozê Koroglu Karaaslan got, "Di standan de hemû babet Kurd in. Çîrok jî be, dîrok jî be, roman jî be, helbest jî be ziman çi dibe bila bibe babet Kurd in.
Jixwe em weke Weşanxaneya Dozê eger babet Kurd nebe, em kitêban çap nakin. Yan divê ziman bi Kurdî be yan jî babet Kurd be."
Xwîner herî zêde kîjan cureyê dixwînin?
Di pêşangehê de ji wêjeya klasîk a Kurdan heta wêjeya hevdem, ji pirtûkên dîrokê heta pirtûkên li ser pirsa Kurd gelek pirtûkên cuda hene. Baş e xwîner herî zêde kîjan cureyê dixwînin?
Xwîner Mistefa Aladag got, "Ji sedî 90ê wan pirtûkên ku dixwînim li ser Kurd û Kurdistanê ne. Tarîxa Kurdistanê ji qirnê pêşî bigir heta dawiyê, serhildanên Kurdan dixwînim.
Van rojên dawiyê min li ser Serhildana Gilîdaxê xwend. Niha jî pirtûkên li ser Êzidayetiyê dixwînim."
Xwînerê bi navê Hamza Tokmak jî got, "Helbet weke mijar jî yên li ser Kurdan zêdetir bala min dikişînin, ez wan dixwînim. Dixwazim zêdetir derheqê Kurdî de û dîroka Kurdan de bixwînim.
Dixwazim derbarê nasnameya Kurdan de zanîna xwe bi pêş bixim."
Xwîner Halis Degmandî jî got, "Esas bi edebiyata Kurdî re eleqedar dibim.
Ew pir bala min dikişîne. Edebiyata Ehmedê Xanî, Melayê Cizîrî, Cegerxwîn bala min dikişîne. Niha edebiyata modern jî dixwînim."
Xwînerê bi navê Ciwan jî got, "Gerek mirov tarîxa xwe bizane. Ji ber wê ez li ser tarîxê kitêban dixwînim."
Ciwanê bi navê Necdetê Mûşî jî got, "Ez berhemên li ser Kurdistanê, ew pirtûkên ku li ser dîroka Kurdistanê hatine nivîsandin, ez wan dixwînim.
Him dîroka berê û hem jî ya nêz dixwînim. Heta dîroka 1940î û 80yî, li ser serhildana Şêx Seîd, Îhsan Nurî Paşa, lehengên wan serhildanan dixwînim."
Li gorî gotina berpirsên YEWKURDê di rojên pêş de Pêşangeha Pirtûkên Kurdî dê li gelek bajar û navçeyên din jî bi piştgiriya şaredariyan bê vekirin.
Li aliyê din divê were gotin bi roj li ber tavê û doh êvarî ji ber barîna baranê berhem û pirtûkên weşangeran gelekî zerer dîtin.