Kovara Rewşenbîrê ji diyasporayê dest bi weşanê kir

Hewlêr (Rûdaw) - Di demekê de ku Rojhilata Navîn di nav guherînên mezin re derbas dibe û Kurd nola aktorekî stratejîk derdikevin pêş, platformeke nû ya akademîk ji aliyê rewşenbîr û lêkolînerên Kurd ên li diyasporayê ve hate damezrandin.

Kovara akademîk a bi navê "Rewşenbîr"ê bi hejmara xwe ya yekem a bi dosyaya "Rojhilata Navîn û Kurdistan di Pêvajoya Nû de" dest bi weşanê kir.

Kovara ku ji aliyê Akademiya Cûdî ve tê weşandin û dê şeş mehan carekê bigihîje xwîneran, armanc dike ku bi nêrîneke zanistî û kûr li ser pirsigrêkên siyasî, civakî û dîrokî yên Kurdan raweste.

Fethî Kaya, Berpirsê Weşana Giştî yê kovarê, armanca "Rewşenbîr"ê wekî "afirandina platformeke ramanî" pênase dike û dibêje: "Em dixwazin hem ronahiyê bidin ser dîroka Kurdan, hem jî senaryoyên pêşbînîkirî yên siberojê bixin ber nîqaşê. Ev ne tenê kovarek e, di heman demê de vexwendinek ji bo rêwîtiyeke rewşenbîrî ye."

Zimanê sereke yê kovarê Kurdî (Kurmancî) ye, lê ji bo ku naverok bigihîje xwendevanên navneteweyî, kurteya her gotarê bi Îngilîzî û Tirkî jî tê belavkirin.

Her wiha, bi rêya QR Kodan xwîner dikarin xwe bigihînin wergera tevahî ya nivîsan.

Birêveberiya kovarê tekez dike ku ew bi ti partî û saziyeke siyasî ve ne girêdayî ne û dê siyaeteke weşanê ya serbixwe bişopînin.

Dosyaya Sereke: Kurd di Navbera Nasname û Jeopolîtîkê de

Hejmara yekem a "Rewşenbîr" bi naverokeke dewlemend derketiye pêşberî xwîneran û gelek mijarên girîng ên rojevê li xwe digire:

Pirsigrêkên Navxweyî: Kovar bi awayekî kûr li ser arîşeyên navxweyî yên Kurdan radiweste.

Fetullah Kaya ji perspektîfeke dîrokî ve pirsgirêka yekîtiya neteweyî rave dike.

Sevda Brûkî li ser avabûna nasnameya Kurd û pirsgirêka netewe-dewletê radiweste.

Di heman çarçoveyê de, M. Seid Temel rola eşîran di civaka Kurd de dinirxîne û li bersiva pirsa "Gelo eşîran nasnameya Kurdî parast an rê li ber nasnameya neteweyî girt?" digere.

Siyasetên Hêzên Mezin: Kovara "Rewşenbîr" cihekî berfireh dide polîtîkayên hêzên cîhanî yên li ser Kurdan.

Christina Khazova polîtîkaya Rûsyayê ya li herêmê, û Rabia Abdurrahman jî polîtîkaya Amerîkayê ya derbarê Kurdan de bi paşxaneya wê ya dîrokî dinirxînin.

Abdurrahman helwesta Amerîkayê ya ku 100 sal berê bi Prensîbên Wilson piştgirî dida avakirina Kurdistanê, îro ji nû ve tîne rojevê.

Her wiha, Dr. Seyfeddin Neslinebi bandora pirsgirêka Kurd li ser siyaseta derve ya Tirkiyeyê analîz dike.

Dosyayên Taybet: Referandûma Serxwebûnê û Pêvajoya Aştiyê

Ji bo xwînerên Herêma Kurdistanê û Bakurê Kurdistanê, du dosyayên taybet balê dikişînin.

M. Emin Demir, Referandûma Serxwebûnê ya sala 2017an a Herêma Kurdistanê ji her alî ve dinirxîne û wek "pasaporta dewletbûnê" bi nav dike.

Di dosyeyeke din de, Fethî Kaya bi nêrînên pisporan, pêvajoya aştiyê ya li Tirkiyeyê datîne ber gengeşeyê.

Her wiha, di kovarê de hevpeyvîneke taybet bi Hevserokê berê yê PYDê Salih Muslim re jî heye, ku tê de behsa rewşa Rojava û siberoja Sûriyeyê dike.

Di hejmara yekem a Kovara Rewşenbîr de, gelek babet û mijarên din ên wêjeyî û çandî û siyasî cih digirin, wekî: Pîremêrd: Pêşengê Edebiyata Nûjen û Rojnamegeriya Kurdî, Destana Kobaniyê, Pirsgirêka Qedîm: Yekîtî û çend mijarên din.