Hejmara 10an a LEWergerê derket

Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Amedê yê Bakurê Kurdistanê, hejmara 10an a kovara taybet bi wergera helbestan "LEWerger"ê derket pêşberî xwîneran.

Kovara LEWergerê ve hejmara xwe ya dawî bi taybetî ji eşqê re veqetandiye.

LEWerger kovareke taybet e û barê wergerandina helbestên ji zimanên cuda yên cîhanê ji bo zimanê Kurdî girtiye ser milê xwe.

LEWerger ji her çar mehan carekê derdikeve.

Hejmara 10an a mehên Îlon – Çiriya Pêşîn – Çiriya Paşîn û Kanûna Pêşîn a sala 2025an e. Bi vê yekê jî kovar derbasî sala xwe ya çaremîn dibe.

Hejmara 10an a kovara LEWergerê ji 64 rûpelan pêk tê û wergerên ji gelek zimanên cîhanê li xwe digire.

Di nav zimanên ku werger ji wan hatine kirin de Îngilîzî, Ermenî, Swêdî, Fransî, Erebî, Bûlgarî, Rûsî, Farisî, Almanî û hin zimanên din hene.

Kovar bi Kurmanciya jor û jêr û Kirmanckî (Zazakî) wergeran diweşîne.

Di vê hejmarê de, helbestên gelek helbestkarên naskirî yên cîhanê hatine wergerandin û di kovarê de cih girtiye.

Helbest ji aliyê wergêrên Kurd ên wekî Vrezh Kosayan, Seyrana Celad, Husein Muhammed, Aydin Ekîn, Aysel Tabak, Nûwar, Botan Ozbek, Xurşîd Îlêwî, Azad Ekkaş, Arya Bayram û hin wergêrên din ve li zimanê Kurdî hatine wergerandin.

Mijara hejmara 10an eşq e

Komîteya weşana kovarê, di pêşgotina xwe ya hejmara 10an de derketina kovarê li hemû hezkerên peyva Kurdî pîroz kir û da zanîn ku mijara eşqê cihê navendî di vê hejmarê de digire, “Ji bo helbestekê mijar pir pir in helbet.

Lê mijara eşqê ango hesta eşqê ji serê ewil ve hiş û dilê mirovahiyê tevdaye, û li bin guhê hev xistiye.

Dema ku em helbestên li ser evînê dixwînin, tesîreke mezin li me dikin û ji hêla xwîneran ve jî helbestên ku herî zêde û baş têne xwendin helbestên evînê ne.

Ev yek ne tesadûf an şansek e. Hesta eşqê her û her ji însan re cazîb hatiye û vê hestê seraqet karîbûye zora hemû tiştên mayî bibe.

Helbet qest ji eşqê ne tenê ew eşq e ku ji bo jinekê yan mêrekî tê hestkirin lê “eşqeke tevahî”ye.

Ev dibe li hemberî xwedê, yan xwezayê, hunerê, welêt an jî bireserekê û hwd be. Lê gava em helbestên eşqê dixwînin, em dibînin ku ew bêtir ji bo jinekê yan mêrekî hatine nivîsandin.”

Komîteya weşanê di dawiya pêşgotina xwe de spasiya sponsorê vê hejmarê jî dike û wiha dibêje: “Û gotina dawîn: Sponsorê me yê hejmara 10em aboneyê me Halil Ozel e. Halil Ozel xwendevanekî baş ê helbestê, loma jî xemxurê LEWê û evîndarê ziman û wêjeya kurdî ye. Em ji dil spasî û malavayiyê lê dikin... "

Komîteya weşana kovarê ji van kesan pêk tê: Miradê Miradan, Berfîn Huseynî û Yeqîn H.

Edîtorên hejmara 10an jî ev in: Yeqîn h., Samî Hêzil, Seyîdxan Kurij, Ala Hemo, Aydin Ekîn, Besam Mistefa, Aysel Tabak, Ebas Mûsa û Azad Rêbiwar in.

Redaksiyona vê hejmarê jî bi vî rengî bû: Kurmancî: Miradê Miradan, Berfîn Huseynî, Yeqîn h. Xwendina dawîn: Osman Bozkurt. Kirmanckî: Seyîdxan Kurij.

Xwîner dikarin bi rêya Pirtûka Kurdî kovara helbestan a LEWergerê bidest bixin.