Hewlêr (Rûdaw)- Stranbêj Perwaz Hisên yekemîn klîpa xwe li jêr navê “Kul Cedîd” belav dike û dibêje, min ev klîpa xwe bi paş xist, çimkî klîpa “Bo Kurdistan” jê giringtir bû. Strana Perwazê ya nû bi her du zimanên erebî û kurdî ye.
Perwaz Hisên ji Rûdawê re ragihand: “Strana Kul Cedîd bi erebî û kurdî ye. Ev yekemîn berhema min a taybet e. Beriya çend rojan klîp hat amadekirin. Ev klîp dê di roja yekemîn a sala nû de belav bibe.”
Perwazê axaftina xwe domand û got: “Helbestvanê kurd Şehab Zengene teksta kurdî ya vê stranê nivîsiye û helbestvanê iraqî Kerîm Iraqî teksta wê ya erebî nivîsiye. Hevserê min Goran Salih awaza stranê daniye.”
Ev klîp li Tirkiyê ji hêla stafekî tirk ê profesyonel bi sîstemeke modern hat amadekirin. Ev berhem, berhema şîrketa Vîn Production û Fast Link e.
Perwazê bi hevserê xwe Goran Salih re biryar dank u berhema Bo Kurdistan belav bikin û piştre vê berhema nû belav bikin, çimkî wek Perwazî got, strana Bo Kurdistan ji karê wan ê taybet giringtir bû.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse