Bo êzidiyan ‘Fermana Reş’

01-01-2016
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Derhênerê kurd Newzad Şehanî, derbarê trajediya êzidiyan a piştî êrişa rêxistina DAIŞê  de belgefîlmek û fîlmek sinemayî çêkiriye.

Derhênerê kurd Newzad Şehanî ji Rûdawê re diyar kir, derbarê trajediya êzidiyan a piştî êrişa rêxistina DAIŞê de belgefîlmek bi navê “Fermana Reş” û fîlmek bi navê “Torn” çêkiriye.

Newzad Şehanî got, ew dê bi belgefîlma “Fermana Reş” qetlîama kurdên êzidî ji aliyê DAIŞê ve îspat bike.

Şehanî destnîşan kir ew dê di belgefîlma xwe de ya derbarê qetilkirin û revandina keçên êzidî de ji aliyê DAIŞê ve, behsa dosyaya “nîjadkujî” ya bo Dadgeha Laheyê hatî pêşkêşkirin jî, bike.

Derhênerê kurd herwiha da zanîn fîlma wî ya derbarê jiyana rojane ya êzidiyên Gurcistanê de ya bi navê “Torn” niha tê montajkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst