Hunermendên Rojava bi stranan piştgirî didin Efrînê

01-02-2018
RÛDAW
Humermendên Rojavayê Kurdistanê bi deng û stranên xwe piştgirî didin Efrînê.
Humermendên Rojavayê Kurdistanê bi deng û stranên xwe piştgirî didin Efrînê.
Nîşan Rojavayê Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Rojavayê Kurdistanê û piştî êrîşên li ser Herêma Efrînê, gelek hunermendan dest bi berhemanîna stranên nû kirine, weke pişgiriyekê ji berxwedana gelê Efrînê re, li hember van êrîşan.

 

Tevî zehmetiya rewşê, hejmarek ji hunermendan dest bi tomarkirina klîp û berhemên xwe li ser Efrînê kirin. Wan stranbêjan li ser şer û berxwedana wê herêmê stran çêkirin.

 

Ew hunermend karê xwe weke beşdarbûnekê di berxwedana Efrînê de bi nav dikin.

 

Hunermen ji Amûdê, Zekeriya Ismaîl derbarê karê xwe de dibêje: “Min dixwast ez jî peyamekê bişînim ji şervanên me, şervanên Kurdan re û moralê wan bilind bikim bi vê stranê û bi dengê xwe.”

 

Li Qamişlo jî hunermendê Dêrika Hemko, Hesen Dêrikî strana xwe ya nû tomar dike, da ku strana xwe ya bi navê Efrîn, di klîpekê de, berhem bîne. Di stranê de, Hesen Dêrikî pesnê lehengiya Efrînê dide.

 

Hunermend ji Dêrikê, Hesen Dêrkî jî dide xuyakirin: “Ev klîp me amade kiriye, ji bo piştgiriya gelê me yê li Efrînê, berxwedana ku îro tevahiya dunyayê çavê xwe jê girtiye, ji ber wê jî em bi gelê xwe yê li Efrînê re ne. Hêviya me bi gelê me heye û çawan ku Kobanî serkevt dê Efrîn jî biserkeve.”

 

Hunermendê Qamişlo Civan Reşko, bi straneke nû helwesta xwe derbarê êrîşên Artêşa Tirkiyê li ser Efrînê diyar dike û di stranê de morala xelkê û şervanan bilind dike.

 

Hunermend ji Qamişlo Civan Reşko jî diyar kir: “Piştî êrişa Tirkiyê ya li ser Efrînê, min klîpek amade kiriye, ku karê wê bi dawî tê. Min ev klîp li çeperên şer û di nava şervanên YPGê de çêkiriye.”

 

Hunermendên Rojavayê Kurdistanê, bi deng û awazên xwe dikevine bereyên berxwedanê. Beşdarbûna wan hunermend û dengbêjan li dijî wan êrîşên. ku gel û herêmên kurdî dikine armancên wêrankirin û talankirinê.

 

Artêşa Tirkiyê ji 20ê meha bihorî ve dest bi êrişeke berfireh bo ser herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê kiriye û îro Pênşemiyê 1ê Sibata 2018ê êrişên wî welatî yên li ser Efrînê derbasî roja 12an bû.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst