Hewlêr (Rûdaw) – Sîpan Elî ku ji zarokatiyê ve ji nîmeta dîtinê bêpar bûye, dema ku destê xwe bigihîne her amûreke muzîkê, dikare dengekî watedar û gelek xweş jê derxe. Sîpan diyar dike ku nabîniya wî li hember bidestxistina piraniya xewnên wî, nebûye asteng.
Kurdê ji Rojavayê Kurdistanê Sîpan Elî di sala 1990an de li bajarê Qamişloyê jidayîk bûye û nêzîkî çar sal in li Almanyayê penaber e.
Sîpan behsa jiyana xwe ya li Rojavayê Kurdistanê dike û dibêje ku jiyan ji bo nabînekî weke wî, gelek ne xweş bûye, ji ber vê yekê tenê heta pola 3an a navendî xwendiye, ew jî bi zor û zehmetî.
Tembûra ku li mala Sîpan hebû, gelek tiştan ji bo wî qerebû dike. Sîpan Elî dibêje: “Tembûreke bavê min li malê hebû, min pir dixwest bijenim, lê xewna min jenîna kemanê bû.”
Xewna Sîpan Elî bi alîkariya mamosteyekî, bûye rastî. Sîpan dibêje: “Ez çûm cem gelek kesan daku min fêrî jenîna kemanê bikin, lê ji min re gotin 'jenîna kemanê ji bo nabînekî weke te gelek zehmet e'. Herî dawî mamosteyekî bi navê Riyaz destê min girt. Mamoste Riyaz li zanîngehê bikaranîna amûra vîolînê xwendibû. Mamoste li ser telefonê ji bo min nota tomar kirin, min jî guhdarî dikir û piştre min dijenî, êdî bi vê rêyê fêrî jenînê bûm.”
Sîpan tenê bi vê yekê ranaweste, li cihê ku dersa muzîkê wergirtiye, bûye mamoste û dersa muzîkê dide zarokan. Sîpan Elî dibêje: “Min li peymangeha Mîtzo, xwe fêrî jenîna muzîkê kir, Rojgar hat û mamosteyê ku dersa vîolînê dida, çû Başûrê Kurdistanê, lewma ji min daxwaz kir ku ligel hevalê wî ders bidim, peywira wî nota bû, min jî serperiştiya aliyên din dikir.”
Hunermendê Kurd ê navdar Dilşad Seîd ku vîolîn dijene, gelek bandor li ser Sîpan Elî kiriye. Sîpan dibêje: “Dilşad Seîd gelek bandor li min kir, bi awayekî berdewam guhê min li muzîka wî bû, ez dikarim bibêjim ku bi guhdarîkirina Dilşad Seîd fêrî jenîna kemanê bûm.”
Sîpan beriya ku koçî Almanyayê bike di navbera salên 2011 û 2014an de, bi gelek koman xebitiye, wî dixwest bibe rojnamevan yan jî muzîkjen. Sîpan Elî dibêje: “Xebata li radyoyê ji bo min ezmûneke xweş a karkirinê bû. Min ji zaroktiyê ve dixwest bibim rojnamevan yan jî muzîkjen. Herdu xewnên min bûne rastî.”
Lê belê hinek xewnên Sîpan hene ku bi cih nebûne. Sîpan dibêje: “Ez dixwazim ligel komeke orkestrayê muzîk bijenim. Lê ev gelek zehmet e û divê bikarî notayan bixwînî û bijenî, ev xewna min bi cih nehatiye.”
Sîpan beşdarî gelek festîvalên gelan ên li bajarên Almanya û welatên cîran ên Almanyayê bûye, lê du aheng ti car ji bîra Sîpan naçin. Yek ji wan; ahenga piştgiriya referanduma Başûrê Kurdistanê ku li Almanyayê hat sazkirin, ya duyem jî; ahenga şermezarkirina 100mîn salvegera rêkeftina Sykes-Picot.
Sîpan Elî ji bo hunermendên Kurd ên navdar Birader û Hesen Şerîf muzîk jeniye, herwiha ligel koma îranî, efxanî û almanî jî muzîk lê daye. Sîpan diyar dike: “Min her roj nêzîkî 8 saet rahênan li ser kemanê kiriye, daku bi başî fêr bibim.”
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse