Hunermendekî Kurd bi berhemên xwe bala Awisturyayiyan kişandiye
Dusseldorf (Rûdaw) - Hunermendekî Kurd bi berhemên xwe yên bêhempa bala Awisturyayiyan kişandiye ser xwe.
Cûdî Mardînlî ji Rojavayê Kurdistanê ye û ne demeke dirêj e li Awisturyayê (Nemsa) ye lê bi berhemên xwe yên balkêş bala Awisturyayiyan kişandiye ser xwe.
Ew li Rojavayê Kurdistanê mamosteyê Îngilîzî bû û niha li Awisturyayê hem dersên hunerê û hem jî zimanê Îngilîzî dide.
“Min xwest bixwînim, bixebitim, zimanê biyanî hîn bibim”
Hunermedê Kurd Cûdî Mardînlî wiha ji hevkarê me Cengo Şerîf re behsa xwe û xebatên xwe kir:
“Navê min Cûdî Mardînlî ye, ez xelkê Rojavayê Kurdistanê me. Ez ji sala 2014an ve li Awisturyayê dijîm.
Min li Sûriyeyê Edebiyata Înglîzî xwendiye. Ji bo temamkirina xwendina xwe ez hatim Awisturyayê.
Gava ez hatim vir, min hest kir ku jiyaneke nû li benda min e. Min xwest bixwînim, bixebitim, zimanê biyanî hîn bibim û herwiha min xwest hunera şêwekariyê jî hîn bibim.
Lê rastiya wê her tişt pir zehmet bû. Lewma min di destpêkê de hewl da ku ziman hîn bibim û piştre min dest bi kar kir.
Paşê min xwendina xwe xilas kir. Nêzî pênc-şeş salan ez di xwendinê de berdewam bûm heta ku min mastera xwe di warê hunerên ciwan de li Koleja Victoriayê kuta kir.
Di van çar salên dawî de, min li Awisturyayê wekî mamoste kar kiriye. Ez mamosteyê wêne û mamosteyê zimanê Îngilîzî me. Herwiha, ez tabloyan çêdikim.
“Min tabloyên xwe li gelek muzexaneyan nîşan dane”
Min tabloyên xwe li gelek deveran, di galeriyan, pêşangehan û tewra di muzexaneyên Otrîşê de jî nîşan dane.
Min pêşangeheke tabloyan li Tîrolê vekir û yek jî li Viyanayê. Her wiha, min li bajarê Lînzê jî çend pêşangeh vekirin. Min li Almanyayê jî beşdarî kiriye û carekê jî wek hunermendekî bi tabloyên xwe çû, Çekoslovakyayê û beşdar bûm.
Ez niha nûnerê welatê xwe (Awisturyayê) me ji bo hin welatan. Ez mehekê yan zêdetir li wir dimînim û berhemên xwe nîşan didim.
“Min çend xelat wergirtin”
Min li Awisturyayê du xelat wergirtine, yek sala 2020an û ya din jî sala 2022an bû ku xelata Fey Lîger bû.
Ew projeya min a masterê bû li ser hatina min ji Sûriyeyê ya Awisturyayê.
Herwiha, min sala 2022an xelateke din jî li ser doza Şingalê wergirt.
Pir baş bû, bi rastî xelateke bêhempa bû, xelateke pir biqîmet bû ji bo min.
Her wiha, min pirtûkek jî nivîsand derbarê wê yekê ka çima xelk welatên xwe terk dikin û jiyana koçberiyê hildibijêrin. Her wiha, ez behsa dîroka wan dikim.
Ev ew kar e ku min di pirtûka xwe de behs kiriye ku ji sê beşan pêk tê.
Her wiha, ez behsa karên xwe jî dikim, çawa hatime Awisturyayê, min hemû bi zimanê Îngilîzî nivîsandine.
Ev du sal in me dest bi berhevkirina agahiyên derbarê vê projeyê kir, me katalogek çêkir û me hevpeyvîn bi hin kesan re kir û me gotarek derbarê Helebceyê nivîsî û her wiha me behsa sedemên kuştina xelkê li wir kir, her wiha me behsa karesata Metaweznê kir ku berî heştê salan bi hezaran kes tê de bûne qurbanî.
“Eger ez cihekî xemgîn bibînim Helebce tê bîra min”
Eger ez cihekî wisa xemgîn bibînim, Helebce tê bîra min. Çima ev der û Helebce, Helebce qurbana çekên kîmyayî ye, em herdem qala dîroka Helebceyê dikin.
Ez di sala 1988an de ji dayik bûme, yanî çend mehan berî ji dayikbûna min karesata Helebceyê rû da ku tê de bi hezaran kes ji pîr û kal, jin û zarok bêyî tu gunehî canê xwe ji dest da."
Nûçe: Cengo Şerîf