Di 2020 de li cîhanê serjimêra Olan

01-08-2013
Dildar Şeko
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li dûv lêgerîna Zankoya Îlahiyetê ya “Gordon and Conwell” ya bi sernavê '1970-2020 Xiristiyanî', li Ewrûpayê ji sala 1970 heta bi roja me hejmara  mislmanan zêde bûye.  

Di encama lêgerîna bi xiristiyan ve girêdayî ya li ser 21 herêmên dinyayê, geşedanên ku ji sala 1970 an heta bi roja me pêk hatine û guherînên ku wê heta bi sala 2020 an pêk werin, di vê lêgerînê de cih girtine. Ev lêgerîna ku nêzî 100 rûpelan e,  ji ber rûdana şerên ji sala 1970 an û hir ve bihatina penaberan hesasiyetek zêde ji bo Ewrûpayê hatiye dayîn.

Di lêgerînê de, ji sala 1970 an û hir ve digel ku guherînên girîng yên di wateya jiyana ayînî de, lêgerîn, hejmara kesên (ne ateist) oldar, di sala 2020 de, zêdebûna ji sala 1970 an û hir ve, ji sedî 6 destnîşan dike. Li dûv lêgerînê, di sala 1970 an de, ji sedî 82 kesên beşdarî lêgerînê bûne, digel ku xwe wekû endamê olekê didin nasîn, ev pîvan di sala 2010 de derketiye  ji sedî 88 an. Di lêgerînê de, hejmara kesên girêdayî olekê, di sala 2020 de dibe ku ev pîvan derkeve ji sedî 90 î.  

Zalbûna Îslam û Xiristiyanan dê bidome

Di lêgerînê de, ji aliyê demografîk ve di cîhanê de Îslam û Xiristiyanî ev her du olên ku herî serdest in, hejmara mirovên li cîhanên ji sedî 48.8 an pêk tînin û wisa diyar e ku zalbûna ev her du olan di paşerojê de jî wê bidome. Her wisa hate tomarkirin ku di demên tê de zêdebûna misilmanan dê berdewam bike. Hejmara Xiristiyanan jî li Ewrûpayê bêyî zêdebûneke mezin, lê li Afrîkayê dê zêdebûneke ber bi çav bihête dîtin.     

Li Ewrûpayê hejmara Mislmanan zêde dibe

Di lêgerînê de, di sala 1970 de li Ewrûpayê hejmara Xiristiyanan 655 milyon bû, ev hejmar jî nifûsa Ewrûpayê ya ji sedî 75 pêk dihanî. Ev pîvan di sala 2010 de gehişte ji sedî 94,5 yê nifûsa Awrûpayê.

Hejmara Ateîstan dadikeve

Li dûv lêgerînê, di sala 1970 de hejmara Ateistan (Xwedanenasan) digel ku ji sedî 8,2 bû, heger wisa bidome, di sala 2020 de ewê dakeve ji sedî 2,1 ê. Li aliyekî din, di sala 1970 de Agnostikên (Baweriya 'Erê-Na ') ku hejmara wan nêzî ji sedî 13 bû, di sala 2020 de dê wek xwe bimîne.

Di vê lêgerînê de tê destnîşankirin ku di sala 1970 de li seranserî cîhanê di hejmara agnostîk û ateîstan de zêdebûnek berçav hebû. Di wê serdemê de, bi kartêkirina Kominîzmê li Çîn û Ewrûpayê ev hejmar zêde bû. Lê, di sala 1991 de digel rûxîna Yekîtiya Sovyetîstanê hejmareke mezin ji bê olan ji nû ve li olan vegeriyan.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst