Hunermenda kurd Yelda Ebasî beşdarî festîvala Minzûrê ya Dêrsimê bû
Dêrsim (Rûdaw) – Hunermenda kurd a Xorasana Îranê Yelda Ebasî, di çarçoveya 4emîn festival çand û hunerê ya Minzûrê ya Dêrsimê de konsertek da, konsert rastî eleqeyek mezin hat.
Çalakiyên çaremîn festîvala çand û hunerê ya Minzûrê li bajarê Dêrsimê dest pê kir.
Yek ji aliyên herî balkêş ên festîvala îsal beşdariya hunermenda kurd a Xorasanê Yelda Ebasî bû…
Yeldayê bi dengê xwe yê xweş bala bi hezaran Dêrsimî kişand û xwe xist nav dilê wan…