Hunermenda ereb, “Ehmedo” dibêje!
Hewlêr (Rûdaw) – Hunermenda Tûnisî ya bi navê Emel, kilama kurdî ya “Ehmedo” gotiye. Kilama Emelê ji aliyê bi deh hezaran kes ve hatiye guhdarîkirin.
Hunermenda ereb a Tûnisî, Emel Maslûsî kilama kurdî ya Ehmedo gotiye û li ser Youtube daniye. Bi deh hezaran carî hatiye guhdarîkirin.
Emel Maslûsî, bi stranên xwe yên şoreşgerî û niştimanî navdar e. Stranên wê hunermendê, di şoreşa sala 2011ê ya Tûnisê de wek mars dihatin gotin.