Hunermendekî bi maske û hişê çêkirî: ‘Kurmancî Here Gulê’ çawa bû trend?
Dusseldorf (Rûdaw) - Her tişt roja yekşemeke aram a dawiya meha adarê dest pê kir.
Li bajarê Stuttgartê yê Almanyayê, di bin çiraya sor a trafîkê de, di nav otomobîlekê de 2 ciwanên ji Kurdistan û Erîtreyayê guhdariya stranekê dikir.
Ew stran "Kurmancî Here Gulê" bû ku wan bi xwe bi rêya hişê çêkirî amade kiribû.
Luam Mesfînê telefona xwe derxist, dema ku stran digot vîdeo tomar kir û li TikTokê parve kir.
Ji wê gavê û pê ve bombeyeke çandî ya Kurdî li torên civakî teqiya.
Di nava çend demjimêran de hejmara temaşevanan wekî lêdana dilê evîndarekî zêde bû.
Pêşî 50 hezar, paşê 100 hezar û dû re bû bahozeke deng, muzîk û sêmayê ku li hemû cîhanê belav bû.
"Kurmancî Here Gulê" ne tenê straneke asayî ye ku di nav algorîtmayên torên civakî de winda bibe.
Vê stranê di nava çend hefteyan de peyva "Kurmancî" xist ser zimanê bi milyonan mirovên li seranserî cîhanê.
Kesên ku belkî di jiyana xwe de ti carî peyveke Kurdî nebihîstibûn, niha di otomobîlên xwe de û li ser kolanan bi zimanekî direqisin ku bi salan e hewl tê dayîn were bêdengkirin.
Bi milyonan mirov li cîhanê bêyî ku zanibin bûne mêvanên straneke gelekî kevnar. Di wê stranê de hişê çêkirî û ruhê wan mirovên ku ew çêkirine tev li hev bûne.
Stranbêja ku heye û nîne
Tiştê ku di çîroka strana “Kurmancî Here Gulê” de mirov dixe nav ramaneke kûr, ne tenê belavbûna wê ya bilez e, lê stranbêja wê ye.
Ew dengê ku cîhan bi xwe re anî ser sêmayê, dengê jinekê ye ku navê wê "Hîva" ye. Hîva li ti quncikên vê cîhanê najî, nefesê nastîne û ti hestên wê nînin.
Hîva karaktereke hişê çêkirî ye. Ew berhema xeyalekê ye ku piştî xebateke bi hefteyan, bêxewî û lêgerîna li reseniyê ji dayîk bûye.
Çîroka çêkirina vê stranê nîşan dide ku teknolojî her tim kujerê ruh nîne, carinan dikare bibe amûrek ku ruhekî winda vegerîne nav cîhana me ya zindî.
Hişê çêkirî û ruhê mirovan
Li pişt vê berhema hunerî du ciwanên diyasporayê hene ku çîrokên wan bi qasî strana wan balkêş in.
Luam Mesfîn mêjî û dînamoya projeyeke hevbeş a bi navê "Project 144" e.
Luamê ji Rûdawê re diyar kir ku armanca projeya wan "dayîna dengê ya wan çandan e ku kes guh nade wan".
Luam û hevkarê wî Bariş Korkmaz (Paix) li ser vê projeyê dixebitin.
Luam bi çavên tijî şewq qala destpêkirina karê xwe kir û got:
"Tenê ji bo dîtina wî dengê resen û xav, me bi hefteyan xebat kir.
Dema me cara ewil dengê Hîvayê bihîst, em bêdeng man.
Me yekser zanî ku ev ew ruh e ku me dixwest.
Her tişt ji ramanekê dest pê kir. Ew jî afirandina hunermendekî Kurd û xistina ruhî nav projeya me bû."
Dema ku vîdeo li ser TikTokê hat parvekirin, wan texmîn nedikir ku dê bibe bahozek.
Luamê ew dem wiha bi bîr anî:
"Piştî ku min vîdeo parve kir, min dît ku ji nişka ve bû 50 hezar temaşevan.
Piştî demekê me kontrol kir, 10 hezarên din jî hatin û gihîşt 100 hezarî.
Wê demê me zanî ku guherîneke mezin çêdibe.
Her kesî parve dikir û dipirsî: Hîva kî ye? Ji kû derê hatiye?"
Maskeya ku tenê aştî dikare rake
Di nav vê bahoza medyayî de, kesek heye ku ruh daye wê stranê û stranbêjê lê wî biryar daye ku li pişt perdeyê bimîne.
Paix ku navê wî bi Fransî tê wateya "Aştî", muzîkjenekî profesyonel e.
Ew ji 14 saliya xwe ve di nav cîhana huner û muzîkê de ye.
Paix 5 amûrên muzîkê bi kar tîne û ji bo stêrkên mezin ên cîhanê muzîk çêkiriye.
Tevî vî nav û dengî, Paix hildibijêre ku maskeyekê bide ser rûyê xwe û Alaya Kurdistanê bide ser milê xwe.
Ji bo wî maske ne tenê amûrek e ji bo veşartina rûyê wî, sembola birîneke kûr a neteweya wî ye.
Paix bi dengekî aram diyar kir:
"Ez naxwazim rûyê xwe nîşan bidim heta ku ez di jiyanê de negihêjim armancên xwe.
Yek ji wan armancan ew e ku ez di aştiyê de bijîm û êdî nebînim ku gelê min yan gelên din tên çewisandin.
Heta wê demê ez rûyê xwe nîşan nadim."
Paix dixwaze peyama wî ji rûyê wî mezintir be. Ew dixwaze cîhan guh bide birînên Kurdistan û gelê wî.
"Karê me ne hêsan e"
Em di serdemekê de dijîn ku gelek kes ji hişê çêkirî ditirsin.
Ew bawer dikin ku dê mirovahiyê ber bi tunekirinê ve bibe lê afirînerên Hîva û “Kurmancî Here Gulê” nêrîneke din diparêzin.
Ew bawer dikin ku hişê çêkirî tenê qalibek e û yê ku ruh dixe nav wî qalibî, mirov e.
Luam parastina karê xwe kir û ragihand:
"Hinek kes dixwazin bibêjin ev ne karê hunerî ye lê di rastiyê de me gelekî xebat kiriye.
Tu li wir rûdinî, gelek caran sererastkirin û guherînan dikî û biryarên berdewam didî.
Em muzîka xwe û amûrên xwe bi kar tînin da ku ruhê mirovî tê de hebe."
Paix jî destnîşan kir ku ev pêvajo ne tenê nivîsandina fermanekê (prompt) ye û li pey çû:
"Eger wilo hêsan bûya, dê bi hezaran stranên wilo bihatana çêkirin.
Me tenê ji bo dengî du hefteyan her roj bi saetan lêgerîn û ceribandin kir.
Di piraniya stranan de melodî min bi xwe çêkirine.
Wekî mînak ez parçeyekî sazê dijênim û didim bernameyê û jê re dibêjim wê melodiyê ji min re çêbike."
Tembûra 40 salî û ruhê Kurdî
Paix di hevpeyvîna xwe ya ji bo bernameya Diyasporayê de amûrek bi kar anî ku bêhna dîrok û axê jê dihat. Ew tembûreke darîn e ku temenê wê zêdetirî 40 salî ye.
Paix got, "Ew tembûra bavê min bû ku koça dawî kiriye. Ew mamosteyê min ê muzîk û jiyanê bû. Ez dixwazim bi Kurdî bijîm û ziman û çanda xwe biparêzim."
Dema ku mirov guh dide gotinên wî, fêm dike ku tiştê cîhan hejandiye ne tenê kod û algorîtma ne, dengê tembûreke kevn e ku bi rêya teknolojiyê ketiye nav dilê mirovên sedsala 21ê.
Peyama ji bo ciwanên diyasporayê
Paix ji bo ciwanên diyasporayê peyamek şand û anî ziman:
"Divê em bi dijwarî bixebitin. Divê em ji bo qenciyê bixebitin.
Gelek kes bi pêşhukmiyan li me dinêrin.
Ez bi xwe li vir ji ber dîn û Kurdbûna xwe rastî pêşhukmiyan hatim.
Divê em bi zanist û xwendinê bibiriqin. Bibin mînakên baş û li her derê aştiyê ava bikin."
Bariş û Luam bi strana xwe ya nû ya bi navê "Zindan û Jiyan" ku hefteya bê belav dibe, dixwazin careke din tîniya cîhanê bi straneke din a Kurdî bişikînin.
Wan soz daye ku cara din tenê bi Kurmancî biaxivin.
Rola hişê çêkirî ya di muzîka Kurdî de
Di bernameya Diyasporayê de li ser bikaranîna hişê çêkirî ya di muzîkê de nîqaşek hat lidarxistin.
Muzîkjen û hunermendên Kurd nêrînên xwe anîn zimên.
Tevî ku hinek rexne hene ku dengê "Hîva" nagihêje hestê mirovan lê Paix tekez kir ku hişê çêkirî tenê wekî amûrek hatiye bikaranîn.
Awazdaner Karzan Mehmûd ragihand ku huner ji bo wergirtina tamê ye û heta ku xelk tamê jê wergire metirsî nîne.
Wî diyar kir ku Paix bi zewqeke baş hişê çêkirî wekî amûrek bi kar aniye ku ev jî sedema serkeftina stranê ye.
Li gorî wî, huner ji zanist û ruh pêk tê û hişê çêkirî heta niha nekariye ruh bixe nav hunerê.
Karzan Mehmûd her wiha got ku li Swêdê ji bo muzîka ku ji sedî 100 bi hişê çêkirî hatiye çêkirin mafê copyrightê nayê dayîn.
Hunermend Şahzad Hemeceza jî serkeftina stranê bi hejmara zêde ya temaşevanan ve girê da û got Paix bi awayekî erênî sûd ji hişê çêkirî wergirtiye.
Lê wî hişyarî da ku eger kesên ne pispor vê teknolojiyê bi kar bînin dibe ku melodiyan xera bikin.
Şahzad hişê çêkirî wekî ceribandinekê ji bo hunermendan dît çimkî dibe ku pêdiviya bi studyo û amûran kêm bike.
Her wiha wî dilgiraniya xwe li ser nûkirina hinek stran û sirûdên resen anî zimên ku dibe sedema têkdana ruh û melodiyên wan ên resen.