Ji Swêdê mizgînî hat, kovara zarokan Hano derket
Swêd (Rûdaw) - Kovara zarokan “Hano” li Swêdê derket û hûn niha dikarin ji zarokên xwe re bikirin.
Hano kovareke mehane ye. Ji aliyê weşanxaneya 49 Books ve li Swêdê tê weşandin.
Hano xurû Kurdî ye, bi her du zaraveyên Kurdiya Navendî (Soranî) û Kurdiya Jorî (Kurmancî) weşana xwe dike.
Sernivîskara Beşa Kurmancî ya Hanoyê Dilşa Yûsûfê ji Rûdawê re ragihand ku dê Dimilkî (Kirmanckî/Zazakî), Hewramî, Kelhurî, Lekî, Lorî û Goranî jî dê dema pêşiya me cihê xwe di Hanoyê de bigrin.
Di vê jimarê de, di beşa Kurmancî de gelek sirûd, çîrok, spartek, lîstok, tiştanok, metelok, hevpeyvîn, danasîna pirtûkên zarokan û waneyên fêrkirina zimanê Kurdî hene.
Hêjayî gotinê ye ku Dilşa Yûsûf sernivîskara beşa Kurmancî ye û li Swêde dijî.
Sernivîskarê beşa Soranî Azad Saidî ye û li Rojhilata Kurdistan rûdine, xwediyê imtiyazê jî Şarox Arjengî ye û ew jî li Swêdê dijî.
Çendîn nivîskarên wekî Salihê Heydo, Konê Reş, Şermîn Bozarslan jî bi babetên xwe jimara yekemîn a kovara Hanoyê dewlemend kiriye.
“Berhemên xwe bişînin”
Desteya Birêvebir a Hanoyê bangî dildarên zimên kir û got:
“Em wekî desteya birêvebiriya kovarê bangî we tevan (mezin û biçûkan) dikin ku hûn babetên xwe (helbest, çîrok, çîrokên gelêrî, metelok, tiştanok, roportajên bi zarokên behremend re, danasîna pirtûk û berhemên zarokan, xelekên perwerdeya ziman û alfabêya Kumancî, wergernadina berhemên zarokan ji zimanên biyanî, çalakiyên zarokan û berhemên zarokan bi xwe jî) ji bo me bişînin vê emailê: ( min-o-hano@49hano.com )”
Li hêla din, hûn dikarin Hanoyê bi riya vê linkê bikirin: ( https://49plusbooks.com/shop-1.html#!/products/hano-1 ).
Mamoste dikarin bi kar bînin
Desteya Birêvebir a Hanoyê bangî mamosteyan jî kir û got, “Mamosteyên hêja dikarin kovarê wekî meteryaleke perwerdeyê ji bo şagirdên xwe bi kar bînin.”
“Armanceke gelekî bilind û hêja daye pêşiya xwe”
Sernivîskara Beşa Kurmancî ya Hanoyê Dilşa Yûsûfê li ser kovarê ev agahî dan Rûdawê:
“Ev zêdetirî salek û nîvê ye ku li ser vê projeyê xebat tê kirin û bingeha wê tê danîn.
Bi nivîskarên ji her 4 beşên Kurdistanê û yên li derveyî welêt re pêwendî hatiye danîn.
Em dixwazin bi vî awayî torekê ava bikin da ku hemû ew kesên ku di nav Kurdan edebiyata zarokan dinivîsin bi berhemên xwe di kovara Hano de cihê xwe bigirin.
Hanoyê armanceke gelekî bilind û hêja daye pêşiya xwe ku bi hemû zaravayên Kurdî derkeve.
Niha Kurmancî û Soranî di heman kovarê de ne. Dema ku bi zarava û devokên din ên Kurdî berhem hatin, ew berhem jî dê di heman kovarê de bin.”
Dilşa Yûsûfê bi bîr xist ku ev hejmara yekem e ku derketiye lê dê hejmarên nû yên kovarê jî di dema xwe de derkevin.
“Xebateke zehmet bû lê berhema xwe da”
Wê li ser hinek zehmetiyên ku derdikevin pêşiya wan ev tişt gotin:
“Ne tenê nivîskar, kesên ku dîzayna kovarên zarokan dikin jî bi zehmetî tên dîtin.
Her wiha karê wênsaziyê jî pêwîst e û ev jî bi zehmetî tê dîtin di nav Kurdan de.
Xebateke zehmet bû lê va ye berhema vê xebatê derket.”
Dilşayê amaje pê kir ku ev kar li Ewropayê di qada wêjeya zarokan a Kurdî de karekî nû ye lê gelekî girîng e.