“Mem û Zîn” bo almanî û îngilîzî hate wergerandin
Hewlêr (Rûdaw) – Nivîskarê Kurd Dr. Feryad Fazil, berhema Ehmedî Xanî ya bi navê “Mem û Zîn” bo herdu zimanên almanî û îngilîzî wergerand.
Pirtûka Ehmedî Xanî “Mem û Zîn” a Dr. Feryad Fazil bo almanî û îngilîzî wergerandiye hat weşandin.
Dr. Feryad Fazil ji Rûdawê re derbarê berhama Mem û Zînê de wiha got: “Fikra wergerandina berhama Ehmedê Xanî ya Mem û Zin vedigere berî 36 salan. Berî niha jî çend caran Mem û Zîn hatibû wergerandin, lê mixabin wergera wê ew qasî bi serkeftî nebû. Lewma min biryar da ku ez Mem û Zînê bo du zimanên sereke yên cîhanî îngilîzî û almanî wergerînim.”
Fazil da zanîn ku bo wergera Mem û Zîn a îngilîzî sê salan ligel yek ji helbestvanê herî bi bandor ê amerîkî Nich Koln xebitiye.
Bi gotina Fazil neheqî li Ehmedê Xanî hate kirin pêwîst e ku ew di asta wêjeya cîhanê de bê nasîn.
Nivîskarê Kurd herwiha got: “Neheqî li wêjevanê mezin ê Kurd Ehmedê Xanî hatiye kirin. Îgilizan Shakespeare, almanan Goethe û Shiller, farsan Firdewsî, Camî û Hafiz heye û yê Kurdan jî Ehmdê Xanî ye. Ji bo Mem û Zîn cihê xwe yê di dîroka wêjeya cîhanê de bigire em dê hewl bidin.”